DARVANÎ Û MAR
Darvanî her roj diçe nav daristanê dar û êzingan dide hev, dar û êzingên xwe dibe çarsiyê difrose û kufletê malê pê xwedî dike.
Rojekê ji rojan Darvanî dîsa li nav daristanê ye, dar û êzingan dide ser hev. Ji niskê ve marek di ber wî re derdikeve! Darvanî jî hema ji cihê xwe vediciniqe û bêyî ku li tistekî bifikire, li mar dide. Mar dipeyive:
"Eman eman min nekuje! Eger tu min nekujî, ez ê rojê zêrekî zer bidim te."
Darvanî lê nade, di cihê xwe de disekine û li ser gotina mar diponije.
Darvanî pistî ku di dilê xwe de dibêje, "ma ji xwe tistekî ku ez winda bikim tuneye, îcar a bas ez sensekî bidim vî marî belkî bi rastî rojê zêrekî ji min re bîne" û bi mar re bazarê dike. Du gotin ji mar çar gotin ji Darvanî, di encamê de li hevdu dikin. Li gora bazara wan, Darvanî wê her roj bihata ser qula mar û zêrê xwe ji ser qulê bibira.
Mar xwediyê soza xwe derdikeve, her roj zêrekî datîne ser qula xwe û Darvanî jî bêgotin radihêje zêrê xwe û dibe. Bi wî hawayî çendek diçe û dawî li zêran nayê. Ne zêr diqedin û ne jî darvanî têr dibe. Darvanî timadar dibe û ji xwe re dibêje, "ji sedî sed di qula mar de xizneyek heye, ya herî bas ku ez mar bikujim û xizneyê bi xwe bihêlim". Darvanî bi vê meremê radihije bivirê xwe, berê xwe dide ser qula mar û dibêje:
"Birakê mar, de ka were derve em ji xwe re hinekî biwênisin!"
Marê ku ji Darvanî bi bexttir e rasterast dipeyive:
"Heyran baweriya min bi mirovan nayê, zêrê xwe bibe û here."
Darvanî ji ser ya xwe nayê xwarê û li ber dide. Di dawiyê de mar qaneh dike û ji qulê derdixîne. Îcar çawa ku mar ji qulê derdikeve, ew jî hema bivirê xwe tê werdike. Bivir teriya mar zeft dike û teriyê difirîne. Li hemberî wê yekê mar jî ji desthilanîn nakeve, lê vedigere, devê xwe diavêje qirikê û pê vedide…
Îcar çîrok diçe û hey diçe, lê em ê bi kurtî dawiyê lê bînin.
Lawê Darvaniyê ku bi pêvedana mar dimre, pistî demeke dirêj tê ba mar û jê re dibêje:
"Bavê min bi te re xayin derket û giha ya xwe. Te qenc û xwes kir ku te pê veda. Lê ez bi xwe li wî neçûme. Ez mirovekî bi seref û namûs im, ez dixwazim ez û tu em bibin heval û dostê hev."
Mar bi zarekî kubar bersiva wî dide:
"Heyran bawerî bi we mirovan nabe, bela xwe ji min veke!.." Lawê Darvanî vê carê jî wiha dibêje:
"Bi sonda qesemê, bi sed û pêncî hezar, Zebûr, Tewrat, Incîl û Quranî ez ê bêbextiyê bi te re nekim!..." Mar dinêre ku mêrik ji ya xwe danakeve, hema berê xwe dide wî û vê carê fîlozofkî dipeyive:
"Ezbenî, hetanî ku tu li Tirba bavê xwe binerî û ez jî li teriya xwe ya qutkirî
binerim, em ê tu carî nikaribin bibin dost û brayê hev, de bi rêya xwe de here!"