kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,versicherung,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,versicherung,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,versicherung,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,versicherung,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,
kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,versicherung,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,versicherung,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,versicherung,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,versicherung,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,
            MÊRXASÊ KURD LAWIKÊ ÊZÎDÎ:
































                   DEWRÊSE EVDÎ

CIWAN POST: Besê lêkolînê

Serboriya her kesî heye. Ya hinekan dirêj a hinekan kin e, ya hinekan piralî û rengîn, a hinekan jî res û spî ye! Hinek sepêhatî mîna sura bayekî derbas dibin û tavilê jibîr dibin, hinek bandora xwe li sedsalan dikin, dibin destanên qurnan, sînoran derbazdikin û sopeke ku qet neyê wendakirin li sûn xwe dihêlin. Hinek jê, dema tên guhdarîkirin xwînê ditevizînin, mirovan vediciniqînin û her kesî ji xwe dûr dixin. Hinek jî, mîna ku heçûyê xwe diavêjin pêxîla hestên mirovan û li pê xwe dixûsikînin. Mirovan dîl dirgirin û berbe heyaman diherikînin. Hinek xwerû, hinek wek pizotê sorin, her ku mirov dibihîze, axînekê dikisîne û dil dax dike, dikewîne. Bê guman serboriyeke her kesî heye.

Bûyera ku bûye sedema sitrana Dewrêsê Evdî, li derdora salên 1784'an qewimiye. Wê heyamê li herêma Wêransar (navça Ruhayê) esîra Mila gelekî mezine û reîsê esîrê Zor Temir Pasa serwer e û gelekî bi hêz e. Bac û qemçûrê nade dewletê û di navbera wî, Erebên Gêsa û Tirkmenan de nakokî hene.

Sûltanê dewleta Osmanî Ebdulhemîd ê yekemîn wê demê li ser texte. Sultan Ebdulhemîd ji Temir Pasayê Milî bi tirs û fikar e. Sedmeke din jî, ev e ku Osmaniya hêza xwe ya li Ewrûpa wenda kiribû, di destê  wan de tenê gel û esîrên rojhilat mabûn. Sultan ji bo ku berjewendiyên dewletê bigre bin demanê, destekê dide Ereb û Tirkmenan yekîtiya wan ava dike, êrîsi ters û talanên esîra Mila dikin.

Serweriya Temir Pasa dikeve metirsiyê. Dewres evîndarê Edûlê ye û ji sedema bend û astengiyan nikare bigihîje dergistiya xwe. Lewma ji bo xatirê ku bigihîje hezkiriya xwe Edûlê, Dewrês li gel yanzde hevalê xwe dadikeve qada ser û dibe cangoriyê evîna xwe.

Mixabin, ev bûyer jî mîna gelek bûyerên din di dema xwe de nehatiye nivisandin. Serpêhatiya Dewrêsê Evdî, di nav civakê de tenê bi riya wêjeya devikî li civat û dîwanxaneyan weke çîrok û sitran ji hêla dengbêj û çîrokbêjan de hatiye hûnandin û gotin. Ev sitrana qahremaniyê ji rojê qewimiye hetanî bi roja me, nivsan dewrî hev kiriye û di navbera her dewirkirinê de jî hinek gohartin çêbûne. Li gel vê rewsa nerênî, îjar bi ser de, sîroveya her dengbêjekî jî li gorî herêman cewaz e di derbarê vegotin û hûnandina sitranê de. Mînak; di sitrana delêl de tenê navê Dewrês û Sahdûn weke du birayan derketiye pês û wer tê hizirkirin ku ew du birayên bi tenê bûne. Lêbelê rastî cûdaye. Lewra Evdiyê Milhim bavê heft kuraye. Li gel Dewrês û Sahdûn, birayên wan Milhim, Mahmûd, Temir, Bisar û Begzade jî hene. Dewrês û Sahdûn di serê mijara gotinê de jiyana xwe ji dest didin, Begzade Sopa xwe wenda dike û niha neviyên wî li bajarê Tirka Sitenbolê dijîn. Her çar birayên din jî dizewicin û bi sedan neviyên wan hene.

Bûyer her çendî di sêkuça Wêransar, Serêkaniyê û Qerejdaxê de, di nav sînorê esîra Mila û Serqiya de rû dabe jî, ji ber mezinaya evîna Dewrês û Edûlê, hezkirina wan a bêhempa û girêdana vê evînê bi mijara gel û welat re, hîstiye ku bûyer di asta netewî de xwedî bandor be û li her derê welêt were bihîstin û vegotin.

Amadekar: ciwan-post

kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,
Kurdish Music Portal>>>
Mûzîk-1
Mûzîk-2
Mûzîk-3

Mûzîk-4