kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,
Dr. Nûrî Dersimî







Rewshenbîrê kurd ê nemir
Dr. Nûrî Dersimî (1892 1973 )

Pirsa rewshenbîriyê di hemû shorishên cîhanê de hatiye pêsh çavan û bersiv xwestiye. Pirs ewe, ku rewshenbîr mîna Clara Zetkin di nivîsara xwe ya giring de (Pirsa rewshenbîriyê   1924) dibîne; di shehtînê (kirîzê) de dijî. Ew shehtîne jî ji shehtîniya civatê tê.
Di demên pêsh shorishê de, gelek tengaviyên zor û dijwar tên ser rewshenbîran, ku ewan nikanin li pey xewnên xwe biborin û pêdiviyên guhartina civakî, dijheviya çînî û serhildana netewî dihêlin, ku rewshenbîr li pey sûd û lishta çîna xwe bibeze û wilo em dibînin, ku rewshenbîrên hindir zanîngehekê an xebatekê li gorî nêrîna çîna xwe tên veqetan û di nînika çîna xwe re li shorishê dinêrin. Ev veqetana civakî an netewî di dîroka Kurdistanê de jî risteka dijwar lîstiye û posîdeyên xwe li rewshenbîrê kurd hêshtine, ku geleka ji wan xwe dane rex dijminan, ên din jî di nava shorishê û Reformê de kerker bûne, hin ji wan ber bi shoreshê ve çûne û hinan jî ji xwe re ciyekî nizim û piçûk di nava dijmin û shorishê de dîtine û di tariyê de xwe boyî nav û pariyê nanê xwe sohtine, pishta xwe dane gel û derew li xwe kirine û hêdî hêdî bihortine û di çopa dîrokê de wenda bûne.


Dr. Dersimî rewshenbîrekî ne ji va êlê bû.Eger ew li pey çîna xwe ya serdest çûba, wê ew jî biba heval û têkilê dijmin an jî wê ew jî mîna gelek doxtirên me yên din di çopa dîrokê de biba qurbanê nav û ezeziyê...Lê Dr. Dersimî ne wek wan gelfiroshan bû, ne ezezokî bû û ne jî nexweshê nav û dengê xwe bû...Dr. Dersimî xwedî sheref û rûmet bû..di jîna xwe de gelek keserên bi sohtin kishandin, tev li bizava xebata netewî bû, rêya shorish û serketinê nas kiribû, zanî bû, ku dijminê Kurdistanê bê ceng û têkoshîna çekdarî ji nishtimanê me dernakeve, di jîna xwe de ew mîna mûmeka shevê bo gelê kurd bû.. loma em dikarin bibêjin, ku gelê me ronakbîrên mîna Dr. Dersimî her bilind û bala dibîne, ji wan re seriyê xwe diçemîne, kulîlkan li ser gorên wan datîne, hertim bi wan serbilinde û ciyekî pak û nas di dîroka xwe de bo wan dihêle û sal bi sal bîranînên wan dike shayîneka netewî ya bi rûmet.
Roja koçbûna Dr. Dersimî (22.08.1973ê) di dîroka gelê me, li rojavayê Kurdistanê gelek nase, lê wê di demeka nêzîk de li teviya welatê me de bibe rojek ji rojên serbilindiya rewshenbîrên kurdên welatparêz.





























Jiyangari
Dr. Muhemmed Nûrî Dersimî di Avdara 1892'ê de li gundê Axzonîk a girêdayî Dersimê li bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye. Ew ji aliyê bavê xwe ve (Ibrahîm) ji êla ( Millan) e û ji aliyê dayîkê ve ( Zelîxe) ji serekên ( Axocin e). Zarotiya xwe pishtî mirina diya wî, li ba apê "mamê' xwe Mela Hesen qedandiye û li Xozatê/Dersimê sala 1899'ê çûye dibistanê.
Bi bavê xwe re koç kiriye Xarpûtê/Alazigê û ketiye dibistana navîn ( Rushdiyê) û di wê dibistanê de li gel hevalên xwe, mîna (Hayder kurê Tîmor axa), ( Cafer ) û (Qehreman ) Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê ava kiriye û di dibistana bilindtir de hevalekî bi navê ( Necîb) nas kiriye û bi wî û çendekên din re komele ya xwe pêshxistiye, ku bi wê ûshtê li gel du hevalên xwe ji dibistanê hatiye derkirin

Di destpêka sala 1911'ê de, bi bavê xwe re koç kiriye Istanbolê û li wê derê ketiye zanîngehê (Shaxê bijîshkiya sewalan) û di wê salê de bêhtir xebata ramyarî di nava kurdan de kiriye, têkiliya xwe bi kirêkar û hunermendan re xurt kiriye, xwesh tenbûrvan bûye û bi lêxistina tenbûrê hikarî "posîde" li yên dora xwe kiriye û nemaze bi sirûd û hozanên welatî û di wê çaxê de bi rêya (Necîb) bûye endamê komeleya (Hêvî) û bîr û baweriyên wê komeleyê di nav gelê karkeran de belav kiriye. Di bihara sala 1912'ê de yek ji avakarên [Komeleya Evîndarên Kurdistanê] bûye, xwe ji ber çavikên sazmana osmanî veshartiye, ewa ku hevalên wî girtibûn û di bin zora serekên Dersimê de hevalên wî dîsa berdaye.
Di dema cenga cîhanî ya yekem de (1914 1918) mîna berpirsekî leshkerî ew shiyandine Azerbeycanê û li wir delîve dîtiye, ku têkiliya xwe bi kurdên wê herêmê re xurt bike û ji wir de name bo serekên Dersimê hinartine û ewan hevotine, dij ramyariya dewleta osmanî bizava xwe bihevxînin, bilivin û ramyariya ajotina bi hezaran kurd bo qadên cengê nepejirînin. Li wir keça Hacî axa ji herêma (Kingilê Çemê shêxî) li xwe guhaz kiriye. Berpirsên osmanî ji xeyda ew avêtine (Qeresonê) li ber Zirê Resh (Qeredengizê) ji ber ku xebata wî ya mezin zirar û ziyan gihandiye wan û berî, ku ceng bigihe dawiyê ew ji leshkeriyê derkirine û vegerandine Istanbolê. Li wir xwendina xwe biriye serî û di wê demê de bûye endamê Komeleya Teálî Kurdistan û bi dizî dora 1500 tivingên cengê li ser 1200 karkerên kurd di Istanbolê û Ankere de belav kiriye, ew tê girtin, lê serekê dîwana cengê Nemrûd Mustefa pasha yê kurd bû wî ji wê tengaviyê dertîne û ji Istanbolê verê dike Sîwasê. Mustefa pasha jî (Ataturk) gelek caran dixwaze bi Dr. Dersimî re têkiliyê çê bike, hema Dr. Nûrî napejirîne, loma Mustefa pasha sermîriya tirk dihirhitîne û dihevoje, ku wî bi rêya walî yê Sîwasê Reshîd pasha bigire û bi rastî Dr. Nûrî digirin û dixînin zîndana (Evrik) û pishtî ku dixebite bo bi çende hevalên din re bireve, wan bi zincîran girê didin.

Pishtî ku ji zîndanê derdikeve û di dema cenga tirkan a dij Kurdistanê û gelê me yê ku li Koçgîrî fermana darvekirina di 25'ê hizêrana 1921'ê de bi mafê wî der dikeve, loma ew direve Dersimê, ku li wir çi caran tirk nikanin wî ji nav lepên dersimiyan derxînin. Li wir serokê kurdan ê nemir (Seyid Riza) kar û barê yekkirina êlên kurdan hildide ser milê wî û ji wî dixwaze, ku têkiliyên herêmên kurdan li gel derve xurt bike. Ew di ber wa xebata xwe ya giring re zimanê kurdî dide fêrkirin. sermîriya tirk gelek ajan di gund û bajaran de peyda kiribûn û zordariyeke bê nîshe dihanî ser kurdan, lê dîsa jî tirsa wî ji wan tune bû, dadiket nava bajaran û bi hevaltiya çekdarên qehreman dikete hindir baregehên mîrî.
Di dema hêrisha leshkerê fashist ser herêma Dersimê di salên serhildanê de, kurê wî yê tenha (ELî) bi gulleyên firokan hat kushtin û dema zordariya leshkerî li ser Dersimê girantir bû, Seyid Riza ewe shiyand dervey welêt, bo firehkirina têkiliyên ramyarî. Lê tirsa ku welatên ewrupî wî bidin dest tirkan hêsht, ku ew di 11'ê Êlûna 1937'ê de derbas bibe Sûriyê.
Li Sûriyê rastî mîr Kamran Elî Bedirxan hatiye, wî jî kêmanî di alîkariya Dr. Dersimî de nekir, ew shiyand Iskenderiyê li Misirê bo agahdarkirina berpirsiyarên E'reb û yên musilmanan li ser rewsha gelê Kurdistanê û qirkirina ku fashistên tirk di Dersimê de dikin û bi hikariya mîrê kurd Kamran Bedirxan Dr. Dersimî bûye endamê (Xweybûn) a ku risteka zor giring di dîroka gelê kurd de lîstiye û ji bo hishyarkirina gelê Sûriyê dij pevxistina Iskenderonê bi Tirkiyê ve, xebatekî mezin nîshan daye. Sermîriya tirkî 4000 zêr bo  kushtina Dr. Dersimî da. Di wê demê de zordestên Fransa yên li Sûriyê ferman dan, ku wî vegerînin Tirkiyê, lê pisht re nûnerê fransî azar da wî, ku bireve Urdunê. Di 24'ê 12.1938'ê çû Urdunê û li wir karê doxtiriya sewalan kiriye. Sermîriya Tirkiyê gelek zor aniye ser shah Evdellah, ku wî ji Urdunê derxîne, lê daxwaza wan neçû serî.

Pishtî demekê, Dr. Dersimî nasname ya sûrî girt, ji ber ku hemû kesên nasnameya Iskenderonê li ba wan hebû mîna rûnishtvanên sûrî hatin hejmartin û hîngê nasnameya ku Dr. Dersimî hilgirtibû li ser Iskenderonê bû, loma di 27ê 10. 1940 î de vegeriya Helebê û li wir ( Ferîde Riza xanim dota kurdekî Dersimê ye) li xwe guhaz kiriye, lê sermîriya tirkî her zor dihanî ser Sûriyê bo qedexekirina kar ji wî re û bi taybetî li nêzîkî sînorên Tirkiyê. Ji ber va yekê dev ji karê xwe berdaye. Di wan deman de nivîsara xwe (Kurdistan Tarihinde Dersim) û gelek nameyên bo rojnamevaniya cîhanî û sazmanên navnetewî nivîsandine û belav kirine, têde li ser qirkirina gelê Kurd bi destê fashistê xwînmijê tirk axiftiye û banga hewarê kiriye wan sazmanan. Bi ser van nivîsan de jî sergotina bîranînên Mîr Celadet beg Bedirxan a bi sernamê " Nêrînek di dîroka Osmanî de" nivîsiye.
Gelek hejmar ji nivîsara Dr. Dersimî "Kurdistan tarihinde" di mirxên (binmax) postexaneya Helebê de man, herifîn û rizîn û ji aliyê berpirsên mîrî ve nehatin berdan, ku derkevin cîhanê.
Mala wî li Stationa Bexdadê  li Helebê bû û dil û deriyê wî ji her xebatkarekî kurdê welatî re vekirî bû. Di mala wî de gelek nivîsarên ku li ser Kurdistanê bi zimanên Erebî, Tirkî, Firansî, Kurdî, Ingilîzî û h.d. hebûn û bi taybetî nameyên di navbera wî û kesên ku têkilê pirsa kurdî bûn li ba wî ciyekî giranbiha dîtibûn.

Dr. Dersimî di 22.08.1973'ê de koç kir ciyarê rehmetê û gora wî li Shêx Henan li ser rêya Heleb-Efrînê ye, ciyekî gelek xweshik û namdare li Çiyayê Kurdan "Kurdax". Eve jî li ser daxwaza wî bû û li ser kêla gora wî van du rêzikên hozanê ji dev wî hatine nivîsîn:
" Min jî li ser vê rêya dijwar
Gelek kire pir hawar
Da ji bo we jî rojekê
Dunya bibe gulbihar "
Xebatkarên rojavayê Kurdistanê sal bi sal bîranîna Dr. Dersimî bi rêzgirtin û bihayî derbas dikin, ji ber ku Dr. dersimî wê di bîra gelê xwe de herheyî bijî, mîna agirekî gur û alavbilind di shevên tarî de, reya serxwebûn û azadiyê, rêya fedekariyê, rêya têkoshîna çekdarî shanî netewa xwe ya bindest dide.
Dr. Dersimî di gotina xwe de, ya ku cara yekemîn sala 1987'ê hatiye belavkirin (di kasêtekê de) bang li kur û kiçên Dersimê dike, ku rabin ser pêyan, xwe fêr bikin cengê, dijminê har û teres ji axa welatê xwe bi zor derxînin û dewleta kurdî ya serbixwe damezrînin.. Ew bang û hawara tolhildanê dike û daxwaza yekbûna gelê kurd dike, ew yekbûna, ku tenê di baweriya bi têkoshînekî çekdarî de pêktê...
Em seriyên xwe bo Dr. Dersimî û bo hemû xebatkar û rewshenbîrên welatparêzên mîna wî diçemînin û bang û hawara wî ji xwe re û ji gelê xwe yê bindest re soz û peyman dinasin. Em ji Dr. Dersimî re rêzgirtin û serbilindiyê bi xebata wî  nîshan didin û hêvî dikin, ku li hemû Kurdistanê roja koçkirina wî bibe rojeka bilindkirina rewshenbîriya kurdistanî.




Kurdish Music Portal>>>
Mûzîk-1
Mûzîk-2
Mûzîk-3

Mûzîk-4


Nuri Dersimi Gençlige Hitabesi (Kendi sesinden Orjinal)