kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,
Melayê Cizîrî (1566 -1640)









Navê Melayê Cizîrî yê rastîn Ehmed e. Di derheqê sala jidayîkbûna Melayê Cizîrî de gellek dîrok hen in. Lê gor ew di helbestê xwe de dîyar kirîye, di sala 974'ê demsala koçî (hîcrî) de li Cizîrê hatîye dinê. Ev jî gor demsala zayînî (mîladî) baraberî 1566 dike.
Ji herfan mah û salê me

Nehat der þiklê falê me
Êv jî li gora hîsabê ebced hejmara 974 dide nîþan.
Melayê Cizîrî kurê Muhemmed e û ji êla Botîyan e.

Ew jî weka hemî zana û navdarên Kurdên wê demê, li nav malbatek oldar mezin dibe. Mamostê wî yê pêþîn, bavê wî ye. Dû re li gelek deverên welat, xwendina xwe berdewam kirîye. Amed, Colemêrg û Hesenkêf ji van deveran in. Îcaza meletîyê li Amadê ji Mela Taha  wergirtî ye. Demek dirêj li gundê Sirba ya Amedê melatî û seydatî kirîye. Piþtê Hesenkeyf û Sirba, hatîye Cizîrê û heta dawîya temenê xwe li Cizîrê maye. Aqilmendîya Mîrê Botan, þeref Xan dikir. Mîr þmameddîn (Xan þeref) gelek rûmet dide Melayê Cizîrî.

Ji berhemên Mela Ehmedê Cizîrî yên herî navdar û naskirî "Dîwan"a wî ye. Bi rastî ji xeynî diwana wî, qala tu berhemên wî nayê kirin. Tenê hinek helbestên wî yên derveyî dîwanê bi devkî gihiþtine heta dema me hene.

Mela Ehmedê Cizîrî weka pîrê Evînê tê nas kirin. Helbestên wî yên li ser evînê heta demek berê jî li malên Kurdan berevajîyê hev dihatin xwendin. Ji bilî vana her beþek dîwanê bi serê xwe zanistîyek e. Ji dîrokê bigre heya felsefê, ji barbarîya Cengîz û Tîmûrleng bigre heya teorîya Iqlîdes û Istoqûsê Yewnanî. Ji Astronomîyê heta tevgera dinyayê û ji gelek tiþtên wûsa yên din, qal dike.

Dîwana Melayê Cizîrî warê zimanê Kurdî de qencîneyeke pir dewlemend e. Mela di helbestê xwe de, hin bêjeyên Farisî, Erebî û çend bêjeyên Tirkî jî bi kar tîne. Di wê xalê de cu datîya wî ji helbestvanên weka Feqîyê Teyran, þþêx Ehmedê Xanî heye. Li gorî wan bêjeyên bîyanî gelek zêde bi kar anîye. "Li gel vîya, bi zimanekî dewlemend û gelêrî helbestên xwe nivisandine. Di helbestên wî de pir gotinên pêþîyan, îdîyom û guftogoyên Kurdî hene.

Melayê Cizîrî bi nêzîkayî 1500 peyvan nivisandîye û peyvên wî bi piranî Kurdî ne. Nêzîkî 600- 700 Peyvên Erebî û Farisî di helbestên wî de hene. Lê ew peyvên wî bi kar anîne peyvên ku gellek helbestvanên dîwanî bi kar anîne ne. Ji ber vîya, mirov nikare bêje ku Cizîrî bi zimanekî helbestên xwe nivisandîye. Gellek caran di vî babetî de anakronîzm tê kirin û gotinên Cizîrî û hemî helbestvanên Kurd heq nekirine têne gotin" (M. Xalid Sadînî) Lê mirov dema helbestê Melayê Cizîrî dixwîne, mirov dixwazî bila fahm bike , dixwazî neke, ahengek mûthîþ heye. Weka ku mirov difire û hestên pir cuda dijî.
Di ferhenga de peyvên esasîyên Kurdî yê ku Melayê Cizîrî xebitandîye cîh negirtina wî gellek balkê? e. Dîyar dibe ku ê van rexneyan tînin, bi awayek rast dîwana wî jî nexwendin e.
* * *
Melayê Cizîrî gellek caran qala Tirk û Farisan jî kirîye ku êriþ anîne ser Kurdan û hovîtîya wan eþkere kirîye. Di helbesta xwe ya "Turkên xwînrêz me kirin zêr û zeber" de vîya dayîye dîyar kirin.

Melayê Cizîrî di zanîn û têgihî?tina zanînê de gelekî kûr û hûr bûye; pir jî hosta û xwe?zan bûye. Tê zanîn ku di dema wî de peplûka helbestvanan û ristina helbestan bi nivîsandina bi zimanekî hi?k û sergirtî dihate nirxandin. Ji ber vî yekê Cizîrî jî hin helbestên xwe pir hi?k, bi peyvên kin û wateyên kûr ristîye. Herwiha di warê ?îret û li xwe haydarîyê de wûsa gotiye:

Belkû dîwarî bi guh bin, bi Xwedê kî bi Xwedê
Bi tu rengê negerî eþkere esrarê hudûs
Bê guman Melayê Cizîrî mirovek mutesewwif e. Û di helbestên wî de ti?tên ve?artî pirr in. Suleyman þoreþ wûsa dibê:

Hinek dibêjin meþreba wî "Wehdetulwucûd e." Ango Xweda û alem yek in; ji hev ne cuda ne.
Dema di vî mijarê de meriv hizr û bîrên mezin ên tesewwifê dixwîne, meriv dibîne ku "wehdetulwucûd" meqamekî pirr biçûk û kêm e. Di ser de gelek meqamên bilind hene.

Îmamê Rebbanî dibêje tehlîkên wê jî pirr in.
Lê ez bixwe wek ji Seydayê Cizîrî fahm dikim, me?reba wî "Wehdeta Mutleq e." Ango wehdeta bê qeyd û þert. Weke ew bixwe di helbesteke xwe de dibêje:
Wehdetê Mutleq mela nûr e di qelban cela
Zorê divê mes'elê ehlê dila þibheme
Di beyteke xwe ê din de jî weha dibêje:
Wehdetê sirf e me meþreb te çi iksîrê wucûd
Em lebaleb çi lebaleb bixwe hemame lebaleb
Yanî em û heya çilê me jî ji "wehdeta sirf" çi dagirtîne!

M. Xalid Sadînî wûsa dibêje:
Di dîwana Melayê Cizîrî de mirov dibîne ku ew aþînayê hemî çîrok û rîwayetên dewra berê, orf adet û toreyên pêþîya xwe, têgihiþtinên þlmî û felsefî yên Îslamî û pêþîya Îslamê ye. Herweha ew aþînayê dîrok û kelepora milletên dora xwe ye. Lewra karîye bi hunermendane behsa selteneta Suleyman, gencîna Ferîdûn, mêrxasîya Rustem, Peyxamberîya Zerdeþt, þerkirina Îskender, felsefa Tales, Arîsto û Eflatûn, sihrê Harût û Marût, peywirên milyaketan, evîndarîya evîndarên pêþîya xwe, helbest, pirtûk û dîwanên pêþîya xwe bike û dema mirov bikeve derya wî, ji xeniqînê ditirse.

Di dîwana Melayê Cizîrî de bi giþkî 140 helbest hene. Ji van helbestan teqrîben 80 xezel, 13 qesîde, 12 murebba, 1 muxemmes, 1 texmîs, 1 mustezat, 2 muesser, 27 bend muselsel in ku ev tercî'î bend û terkîbî bend, 16 çarîn û 2 yekane û 2 dane berhev, tê de ne.

Melayê Cizîrî di helbestên xwe de weke helbestvanên dîwanê ji bo xwe mexles bi kar anîne û mexlesên ku Melayê Cizîrî bi kar anîne ji bilî navê wî yê pîroz Ehmed, didu ne; Mela û Nîþanî.

Melayê Cizîrî di warê berhemên xwe de jî pirr nazik e. Tê gotin ku dibîne mirovek bi helbestên wî dike ku nav bike an jî di dema xwedinê de ?a?îyê dike, wûsa bersiv didê;
Qewî me?hûr e ku navê te mela xemset 'eþer
Tu bi þi'ra ne te gotî xwe dikî qend û þeker
Durê nasuste dihonî, me nedî mislê te qet
Ne di semtê Ecemî de, ne di iqlîmê Teter
…………………….
Dest û Payan ji berê zêde bikî, dê te bikim
Mislê hemmadê Ereb, herwekî þêx anî bi ser
Ehmed im, sîne sîper pêþberî tîra felekê
De'wedarê te me, îro tu ji dehlê were der!

Em ji danberheva Melayê Cizîrî û Feqîyê Teyran dizanin ku ew di sala 1631'î de li Cizîrê bûye. Herwûsa jî dîwana wî jî tê zanîn ku wî wê salê (1631) dîwana xwe qedandîye. Em baþ dizanin ku ew heta 66 salîya xwe li jîyanê bûye û piþtê wî ji bo me ne dîyar e.

Di derheqê wefata Melayê Cizîrî de hejmarên cuda henin. Hinek þêstûþeþ salîya wî de, hinek heftê salîya wî de mirina wî îddîa dikin. Melayê Cizîrî, gorî Feqîyê Teyran di helbesta xwe ya "Îro girya me tê" de dîyar dike: sala 1050'a koçî de (1640) wefat dike. Gora wî niha li Cizîrê, di Medresa Sor de ye.

Amadeka:ciwan post
Î.O
Kurdish Music Portal>>>
Mûzîk-1
Mûzîk-2
Mûzîk-3

Mûzîk-4