kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,
Feqiyê Teyran (1561-1640)








Feqîyê Teyran di dîroka wêjeya Kurdî de cihekî bêhempa digre. Weka hemî helbesvanên berê, zanayekî Îslamê ye û di nav jîyanek olî de mezin bûye.
Li ser sala bûyîna wî, gellek lêkolînvan hinek hejmaran dane. Lê gorî ew di helbestên xwe de dîyar kirîye gora demsala hîcrî (koçî) 971'an de hatîye dinyayê. Ev jî gora demsala mîladî (zayînî) an jî 1563 ye. Di helbesta xwe ya bi navê "Dilo Rabe" de wûsa dîyar dike:

Mîm û Hê heftê felek çûn
Ji hîcretê dewran gelek çûn
Sal hezar û çil û yek çûn
Ev xezel anî diyare

Dibê: "Mihemedê Hekarî dema vî helbestê nivîsandîye heftê salî bûye û ji hîcretê vir da jî 1041 sal derbas bûye."

Feqîyê Teyran li Muksa ku girêdayîyê Hekarî'yê ye (Çolemêrg) ji dayîk bûye. Lê Muks an jî Miks, nuha girêdayîyê Baxçesaraya Wan'ê ye. Navê Feqîyê Teyran yê rastî jî, weka di çarînê de gotîye Muhemmed e. Feqî di helbestek xwe de jî navlêka xwe "Mîr Mihê" danîye. Ew bi xwe ji malbatek e?îrîye. Bavkalê wî ji dewleta Osmanîyan fermana mîrî yê girtine.

Di derheqê navlêka (leqeb) Teyran de çîrokek heye:

Tê gotin ku rojekê Feqîyê Teyran diçû Cizîrê . Di rê de rastî Keþekî hat, pev re hevaltî kirin. Demek çûn, westîyan xwe dan ber sîya darekî. Du çûk hatin û veniþtin ser darê. Çûk bi hev re diaxivîn û Feqî dekenîya. Keþe ji Feqî pirsî: "Ma tu çira dikenî?" Feqî go: "Ev adeta me ye. Em feqî holê dikenin." Keþe: "Divê jê re sebebek hebe, mirov bê sebeb nakene." Feqî: "Xebera te ye, lê eke ez ji te re bêjim, ditirsim tu bêbextîyê li min bikî û bela kî bînî serê min"

Keþe soz dayê ku ji tu kesî re nebêje. Feqî ra bû mesela xwe jê re qise kir û got:
"Ez bi zimanê teyran dizanim. Ji van çûkên ser darê yek, ji yê din ra dibêje, ev Feqî diçe Cizîrê. Lê nizane ku li Cizîrê bête êþandin."

Keþe deng nekir. Herdu ji nû ve bi rê ketin. Gava gihiþtin Cizîrê Feqî çû Medresa Sor, Keþe jî çû Westanîyê. Li Westanîyê xelq gihabû hev û wek mirovên li tiþtekî bigerin diçûn, dihatin û li erdê mêzedikirin û dipeyivîn. Keþe sehîtî kir û zanî ku remildarekî gotiye ku: "Di erda Westanîyê de xezîneyek heye," lê nikaribû cihê wî nîþan bide. Mîrê Cizîrê jî li xezînê digere. Vê carê Keþe kenîya û çû nik Mîr mesela Feqî û çûkan jê re go. Mîr þîyande pey Feqî. Feqî go:

-Mîr! belê ezê xezînê derînim. Lê para xwe jê dixwazim.
Mîr jî þertê Feqî pejirand Feqî jî çû hinek zad anî li nava Westanîyê reþand. Çûk hatin zad xwarin û bi hevre axivîn. "Ma ev zad kî li vir reþandîye?" "Feqî ji bo xezînê ev zad reþandîye." "Ma tu nizanî xezîne li ku ye?" "Belê! ez zanim, sibehê wextê roj hiltê, kevirê ku tavê berê ewulê lê dida xezîne dibinê wê kevirêda ye." Feqî zivirî medresê nivisand. Sibê zû rabû çû Westanîyê. Piþtî kevira xwe nas kir, berê xwe da mala Mîr û go: "Ez benî min ciyê xezînê dî."

Mîr di gel xulaman rabû hat Westanîyê, erdê kolan û xezînê derxist. Malekî zaf derket. Mîr ji Feqî pirsî:
"Para te çi ye bêje?" Feqî go:
"Beramberê serê keþe zer bidin min." Mîr go:
"Serê Keþe bi laþê wî ve ye, em çawa beranberê wî bidin te?" Feqî go:
"Rehet e. Serê Ke?ê ji laþê wî bikin."

Anîn serê keþe jê kirin û danîn ser þehînê/mezînê û li milê din hêdî hêdî zêrên xezînê xistin, hetanî ku zêr temam bûn. Zêr beramberê serê keþê nehat. Mîr enirî û go:
"Feqî! Te zanibûn ku serê Keþe girantir e. Loma te ev þert bi min re kir." Feqî deng nekir. Zêr ji ?ehînê rakirin û çend kulm ax avêtin þûna wî. Milê axê daket, serê Ke?e rabû. Hingê Feqî berê xwe da Mîr û go:

"Mîrê min! Min zêr nexwest. Zêr bila ji te re be. Tu ku xwedî xulam û mêvanî. Meqseda min ew bû ku nî?anê we bidim. Ji serê mirovan girantir ax heye û mirov bi tenê bi axê têr dibe.
* * *
Feqîyê Teyran di helbestên xwe de qala felsefe, dîrok wêje, Hedîs û tesewwûfê dike. Ev jî dide nîþan ku ew xwendineke baþ dîtîye. Ew li Miskê, Hîzanê, Cizîrê û Finikê xwendîye. Feqî li gelek cîyan xwendina xwe kirîye. Ji ber vî yekê navê wî derketîye "Feqîyê Gerok" jî. Feqî hemî jîyana xwe bi xwendin, nivisîn û zanyarîyê derbas kirîye. Lê mixabin pirê helbest û berhemên ku wî nivisandine negihî?tine destê me. Mirov dikare bêje ku qasê Feqî ê berhem jî dane tune ye, lê ê wenda jî qasê ê wî tuneye. Gorî ew dibêje:

Agir pêta di dil da
Me'nîya daxan ku hilda
Ew kitab naçin du cilda
Hafizê medhan im ez
An jî
Mîm û Hê wesfê xwe hilda
Xweþmîsal in çûn du cilda
Çerx û kovan çûn di dilda
Ay dilê min ay dilo!

Ji van helbestan tê dîyar kirin ku wî bi cildan (berg) helbest nivisandîye. Di vir de tiþtek dilê me herdem dêþîne derdikeve pêþîya me. Ew jî eve ku dused salî bêtire ku; ji her alîyê welatê me tê êþandin, þeliandin û talankirin. Ji alîyê neyarên me, ji alîyê mîsyoneran û ji alîyên xêrnexwazên din.
Çîrok û destanên ku hay lê hene evin:

1-?êx Sen'an 2-Dimdim (Kela Dimdimê) 3-Bersîs (Bersîsê Abid) 4-Qewlê Hepsê Reþ
Xeynî vana "Sîseban" û "Ferx û Sitî" jî weka berhemên wî têne nî?andan lê ev hêj nehatîye peyitandin. Ji vana Sîseban dibe ku ê wî be.

Ji bilî vana helbestên Feqîyê Teyran'ên belav henin. Ê tên zanîn evin:
1-Ellah Çi Zatek Ehsene (20 þeþîn) 2-Hey Av Û Av (51 Çarîn) 3-Îro Ji Dest Husna Hebîb (33 Çarîn) 4-Bi Çar Kerîman (7 Çarîn) 5-Melayê Batê Kanê (11 Çarîn) 6-Yar Tu Yî (18 ?e?în) 7-Feqe Û Bilbil (18 þeþîn) 8-Ez Çi Bêjim (8 Çarîn) 9-Ay Dilê Min ( 19 Çarîn) 10-Qewî Îro Ze'if Halim (18 Çarîn) 11-Dîlber (16 Çarîn) 12-Feqe Û Mela (50 þeþîn) 13-Dilo Rabe (80 Çarîn) 14-Çiya Anî Li Deþtê Kir (4 Çarîn) 15-Dengbêjê Jaran î (4 Çarîn) 16-Feqîyê Teyran Û Evîna Dilan 17-Mihacir 18-Dewran 19-Ê Bên 20-Feqîyê Teyran û Dîlber 21-Feqîyê Teyran û Qûling 22-Feqîyê Teyran Û Roj
Helbestên Feqîyê Teyran gelek sade, rehet û pak e.Ew pir xweþ zimanê gel, hunerê û wêjeyê xistîye nav hev. Naveroka helbestên wî jî gelek berfireh in. Bi taybetî derbarê mijarên civakî û dîrokî de nivisandîye. Di warê olî, pesnê Xweda û Pêxemberê wî û warê Bawerî yê de helbestan nivisandîye. Feqî hozanê Evînê ye. Li cem wî evîna mecazî û Rastî yek in, tevlîhev in.

Feqîyê Teyran hemdemê Melayê Cizîrî ye. Weka ji alî gel tê zanîn Mela ne Mamostê wî ye, hevalê hev in. Hetta Feqî bi temenê xwe jê mezintir e. Ev jî di helbestê wan de dîyar e. Melayê Cizîrî, gorî ew dîyar dike sala 974'a koçî de hatîye dinyayê. Ev jî gorî demsala Zayînî 1566 dike. Mela, gorî Feqîyê Teyran di helbesta xwe ya "Îro Girya Me Tê" de dîyar dike: sala 1050'a koçî de ( 1640) wefat dike.

Feqîyê Teyran diçe gundê Werezoza Muksê û heta bigihêje dilovanîya Xwedê li wir dimîne. Feqîyê Teyran dema helbesta xwe ya "Dilo Rabe" dinivisîne 70 ye, dema "Îro Werin" dinivisîne jî 80 salîye. Ev jî dide nîþan ku Feqîyê Teyran dema wefat dike herî hindik 80 salî bûye. Lê mêjû ya mirina wî bi rastî nayê zanîn.
Ew jî ji ê du xwe ra bû mînakek ji herî baþan.


Amadekar: ciwan post
Î.O

Kurdish Music Portal>>>
Mûzîk-1
Mûzîk-2
Mûzîk-3

Mûzîk-4