kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,versicherung,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,versicherung,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,versicherung,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,versicherung,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,
kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,versicherung,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,versicherung,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,versicherung,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,versicherung,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,
kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,
Kurdish Music Portal>>>
Mûzîk-1
Mûzîk-2
Mûzîk-3

Mûzîk-4


Îbrahim Osman: Civîna li mala Êzdiyan
















Ez dixwazim destpêkê li ser civînê çend gotinan bibêjim.
Civîna mijara gotinê bi beþdariya 400 kesî di roja 11.07.2008'an li bajarokê Celle ya Elmanya li Mala Êzdiyan pêkhatiyê. Min nûçeya encama civînê di malpera dergush de bi sernivîsa ''Kêr giyaþt hestî'' xwend.

Naveroka nûçeyê bi kurtayî ev e;

Mala Êzdiyan Celle civîneke taybet li ser rew?a êzdiyan pêk anî.

Yek ji mijara civînê bûyerên çuyîna ciwanan ji nav malbat û civakê bû. Herweha hate ragihandin, ku gelek malbat xwe ji çand û kultura xwe durdixin û wisa ciwanên wan malbatan ji destê wan derdikevin.

Li gor nûçeyê, gelek kesên ku beþdarî civînê bûne axafîne û nêrînên xwe anîne zimên. Çend xalên girîng ji axaftinên hin rêzdaran evin;
Salih Yaltî; eger hemû êzdiyan xwe li dor mal û komelên xwe bicivandibana, wê ev bûyerên weha çênebûna.

Feleknas Uca; eger tifaq û yekîtiya a me hebûya, dewleta alman jî wê piþtgiriya me kiribûna û me wek civak nas bikira. Lê mixabin eva serê çend sala ya ez bi xwe li Celle jîyan dikim û maleka êzîdîyan lê heye, gelek malbatên me yê êzîdî xwe dûrî van cîhên xwe ê çandî û kultirî digirin. Helbet wexta malbat xwe dûrî van sazîyên xwe bikin, zarokên wan wê ji dê û bav û cand û kultura xwe dûr bikevin.

Nedîm Erkiþ: Li ser navê Federasyona Komelên Êzdiyan(FKÊ)  got; "Hem dewleta alman û hinek kesên havalbendê wan di van demên dawî de dîsa destê xwe kirina nav civaka me. Had û sêde ola me binpêdikin. Em bang li dewleta alman û reyadarên wê dikin ku 'destê xweyî xerap' ji nav ciwanên me bikþînin???

Di encamê de kesên ku beþdarî civînê bûne ev biryar girtine;
1.        Diyalog di navbera saziyên alman bê xurtkirin
2.        Kampaniyeke îmze were vekirin
3.        Civînek bi rayedarên dewletê re bê sazkirin
4.        Civînek bi ciwanan re bê çêkirin
5.        Civînek giþtî bi Mîr Tahsîn re bê çêkirin

Ji nirxandinên þaþ biryarên rast dernakevin

Gelî beþdarên civînê û reveberên mala Êzdiyan; ez dibêjim qet hewce nake ku em ser bûyeran binixmînin û ji rayagiþtî veþêrin. Lewra veþartin propleman çareser nake, berovajî kûrtir û zêdetir dike. Di nav civakê de çi qewimî heta roja îro ser hate girtin û hewil hate dayin ji rayagiþtî were veþartin. Lêbelê encam bû çi? Sosret. Lewma jî ez dibêjim: ''Ne kêr giyaþt hestî'' hevalno. Eger hûn ji min bipirsin êzê berovajî we bibêjim; ''hestî giyaþt kêrê.''   Bila ti tes dilê xwe negire. Lê bawer bikin hûn nikarin bi zagonên þengalê, þêxan, Bacinê, Qerejdaxê û welatê Xaltaniyê li welatên ewrûpa çend salên din xwe li ser piyan bihêlin û têk neçin. Bi vî hawî pêþî li têkçûn û helandinê nayê girtin.

Lêwra pêþiyan berê gortiyê ‚''Tîrêjên Rojê bi Tara Bêjingê Nayên Girtin''. Navê vê: li gor demê xwe gohartin û vegohartin e. Dijberiya nûjeniyê tê wateya pejirandina têkçûn û mirinê. Eger hêza me hebe em hin tiþtên ola xwe li gor formên cîhana îro ji nûve þîrove bikin, emê bikaribin pêþî li rizanidin û helandinê bigirin. Wekî din ne pêkane.

Rêzdarno ez dibêjim; we di civînê de pirsgirêk gotubêj nekiriyê. Di nirxandinan de wer diyar dibe ku; hûn li þûna sedeman li ser encamê û tiþtên teknîkî rawestiyane. Bûyereke ewqas mezin bi serê civakê de hatiye hûn hîna jî ji bilêvkirina wê bi tirs, fikar û gumanin. Eger wisa jî bû, ti proplemên ku hûn çareser bikin nînin. Ya ku we di bin navê civîna çareseriyê de li darxistî, mixabin ku ji sînorê gazinc û lomeyan û þîna li ser miryan derbaztir nabe.

Belê, di van salên dawiyê de bi sedan qîzê Êzdiyan ji mal direvin û xwe diavêjin bin baskê polîsên dewleta Alman. Hetanî roja îro ne weke rêxistin ne jî wek kesên oldar ti kes û hêz ji civaka Êzdî bi wêrekî û zanistî li ser vê rewþê ranewestiyan, venekolan û li sedemên reva ji malbatê negeriyan. Her ku bûyerek qewimî, rêxistin û oladarên me di þîn û þahiyan de çend rojan li ser axavîn û piþt re hestî di ber gepên xwe re kirin û mijar  jibîrkirin. Lêbelê reva ji mal ranewestiya, her dewam kir, dike.

Li gor gote gota nav civakê herî dawî jî bajarokê Celle 10 qîzên êzdiyan reviyane û hin ji wan þêxin û bavê hina ji wan rêveberê komela mala êzdiyan ya Celle ne.

Deh qîz. Belê, 10 qîz digihîjin hev, bi hev re diherin cem polîsan gazin û lomeyên xwe ji ber ola xwe dikin ku di bin zextê de ne û doza parastina xwe ji polîsên alman dikin….

Lê yên qaþo xwe pêþengê civakê dibînin û bi wî navê pîroz tevdigerin, li þûna ku li sedemên bingehîn bigerin û li ser rêbazên ku ka dê çawa bikaribin pêþî li vê kambaxiyê bigirin rawestin, dîsa mîna her carê kî/ê du gotin gotibin hema yên derveyî xwe tewanbar kirine. Ji xeyrî xwe tewanbarkirin hêsane, lêbelê ev rêbaz ne raste.

Mînak; Serokê komelê di civînê de dibêje; ''eger hemû êzdiyan xwe li dor mal û komelên xwe bicivandibana, wê ev bûyerên weha çênebûna.''   Sedem ev egelo? Eger wisaye çima qîzên rêveberê komelê çûne?

Parlementera hêja jî gotî;''serê her tiþî tifak û yekîtî.''  Parlementera me bi xwe baþ dizane ku dabeþkirina civaka êzdî weke çînên biçûk ku zewaca wan ji hev re guneh û qedexe dike, çi bandorê li qîzan dike. Ji ber ku ew bi xwe jî qîze û þêxe û heman çarenûs li pêþiya wêye jî. Hîna ne diyare ku çarenûsa zewaca wê bi xwe jî wê çawa bi encam bibe. Lêbelê ew li þûna weke jinekê êzdî pêl birînê bike û dest bavêje mijarê, weke mêrên civakê li mijarê dinêre.

Yekî din dibêj;''Destên xerab.'' Ma çima em qala kevneperestî û paþverûtiya nav xwe nakin û bi ser wan zirzagonên ceberûtî de naçin, em hineke din sûcdar dikin? Ya rastî ez bi xwe li hember çespandineke bi vê nolê matmayî mam.

Ji bona ku hin tiþt þaþ neyê fêmkirin, ez li vir destnîþan dikim û dibêjim, helbet xwe rêxistinkirin pêwîste û bi qasî nan û avê pêdiya civakêye. Yekîtî û tifaq berî her tiþtî tê. Eger ev civaka civaka êzdiyan be ji xwe sedî sed rast e. Lêbelê sedema ku qîzên Êzdiyan ji mal direvin hin tiþtên gelkî girîngin ku ev birêzên ku me li jor ew binav kirin, qet bahsa van tiþtan nakin. Di dorê re zivirîne çûne bi guhê hin tiþtên din girtine ku qet pêwendiya wan bi vê mijarê re nîne. Ev neraste. Divê bê zanîn ku, bi qasî ku ne raste, ewqas jî ji  çareseriyê dûre. Helbet divê mirov rê nede ku destên 'xerab' di nav mirov de destwerdanê bikin. Lê birako bawer bike, sedema bingehîn ne ew destên tu dibêje qîzên me ji mal dide revandin. Na.
Ez dibêjim, beriya ku em hineke din tewanbar bikin, em berê xwe rexne bikin û qisûrên xwe bibînin. Lewra eger qelsî û lawaziya me ya rêxistinî nebe ti kurm û dest nikarin bikevin nav civaka me.

We biriyar standiye ku bi saziyên alman re dialog bê xurtkirin. Diyalog baþe, lê ne çareye ku pêþî li revê bigire. We biryara qampanya imzeyan girtiye, ez nizanim ji bo çi û kê ye? Ango ew jî ne çareye. We gotî; civîn bi rayedarên alman re were sazkirin: We heta niha gelek civîn bi kesên mijara gotinê re kirin, ew jî ne çareye. We gotî; bi ciwanan re civînek bê çêkirin. Qey we heta niha hindik civîn çêkirin ku ev proplema ewqas girîng bi civînekê were çareserkirin? Qey hûn nizanin sedem çiye gelo? Eger ewqas sale hûn xebatê dikin û we hîna sedema vê yekê kifþ nekiriye, hema li mala xwe rûnin û dev ji ciwanan berdin, ew çi bikin wê ji we baþtir bikin. We gotî; civîneke giþtî bi Mîr Tahsîn re bê çêkirin. De ez ji we re dibêjim; 'STOP' hema aha li vira rawestin. Erê, hûn hêviya kîjan çareseriyê ji Mîr Tahîn dikin gelo? Mîrê ku bavê wî sê xuþkên hev kirin jinê xwe. Mîrê ku wî bi xwe ji ber Mîrbûna xwe jina 30 salî ji xwe biçûktir bi dirav kirî û ji xwe re kir jin, Mîrê ku li ber her melodiyê direqise. Mîrê ku Tawisa êzdiyan ji bo salêkê seba xatirê dirav jê re were bi kirê da kesên ne Êzdî. Mîrê ku seba xatirê ku Nêçîrvan Barzanî xaniyek diyarî dayê dest ji Êzdiyan û doza  mafê wan berda û mala xwe bir bajarê Dihokê. Mîrê ku ji bo berjewendiya xwe wêneyê Mele Mistefa Barzanî anî li Laliþa Êzdiyan daliqand( Hîna jî  wêne li wir bi dardeye, yên mereq dikin dikarin herin bibînin) wê ji we re çi çareseriyê binê ez heyrana çavên we!  Hewce nake ku hûn hineke din tewanbar bikin û ji xwe re bikin dijmin û hewcenake ku hûn bêjin emê avê ji tahtê derxin. Hêviya xwe bi navûnîþana çareseriyê re girêdin, hûnê baþtir encam bistînin.

Çend pirsên girîng
Gelo rêveberên malên êzdiyan difikirin ku mal û komeleyên wan bi rastî ji ber çi sedamane ku nikarin giþtiya civaka xwe himêz bikin? Qey Êzdî tev xerab û xayinin ji bilî yên  ku endamên mala êzdiyane û yên carnan diherin komeleyan çayê vedixun? Ango, eger Êzdî xwe li dora we bicivînin hûnê pirsgirêkên wan çareser bikin? Eger hûn bêjin, belê. Ez jî dibêjim; gelo hûn dikarin ji min re rave bikin, bê ka bi kijan stratejî, proje, plansazî û rêberiyê? Bi kîjan wêrekî, dilsozî û pirensîba wekheviyê hûn rêveberiyê ji civaka xwe re dikin gelo?

Ji  400 kesên ku li civînê amadebûne yek jê devê xwe venekiriye  û negotiye; ''Erê mala Êzdiyan; gelo ka ji bilî þînên miriyan pêve hûn çi karî dikin? Îjar wan nepirsiye bi navê wan ez dipirsim; Rêzdarno, we mala Êzdiyan kiriye ciyê girî û þîna li ser miryan û hew. Ya rastî carnan civîn jî çêdibin lê ew jî civînên piþtî qewimandina bûyerane. Ango pêþengiya civakê nayê kirin. Her ku bûyer yan bobelatek diqewima hûn li hev kom dibin û li ser halê xwe digirîn. Ev ne lêgra çareyane. Na. Gelo  wek mala êzdiyan ya Celle, çi xebata û lêkolînên weli ser çand û dîroka Êzdiyan heye û we heta roja îro çi berhem afirandine? Çend komîteyên we li ser van mijaran bi erkin? Qet þik û guman nîne ku ji hêla çandî de di navbera qewl, dia û cejnên êzdiyan de cûdayetî û kêmasyên vegotinî û demî hene. Ji bo ku ew kêmasî ji holê rabin hûn çi xebatê dikin? Êzdî li Ewrûpa û li ber çavê we qîzên xwe bi dirav di bin navê ‚''Qelend û Next de'' bi 50.000 û 100.000 hezar Euro difroþin. Ji wan kesên li civînê amadedbûne çend kes hene ku destê xwe li sînga xwe bide û bibêje, Min, qîza xwe yan xuþka xwe bi qelend nede û min li ser wê ferz nekir ku bi yekî malbata xwe re bizewice! Kes heye gelo???

Ka li sosretan binêrin

Êzdiyên li Ewrûpa ku qaþo xwe weke kesên dinya dîtî dihsibînin û  dipesinîn, bûn sebeb ku niha li þengalê jî jin bi Euro werin firotan! Baþe, ji bona ku qelend ji nav Êzdiyan rabe û jin neyên firotan, çi hewildan û xebatên we çêbûne yan hene? Ma eger hûn dest navêjin vê mijara girîng yên civakî, gelo hûnê kîjan pirsgirêkê çareser bikin ez jî nizanim!?

Ji bo ku hin zagonên ola Êzdî ku li gorî serdema îro ji nûve werin þîrove kirin, hûn çi xebatê dikin? þêx Adî di bin navê þêx, Mîr, Qewal, Pîr, Koçek, Merebî, Feqîr, Mirîd, Pêþîmam û hîn gelek navên din de civaka êzdî kom bi kom li gorî ''Ûcaxan'' ji hev qetandiye, zewaca wan ji hev re qedaxe kiriye. Ev yek jî dibe astengî ku qîzên êzdiyan kesên li gor dilê xwe peydakin û vê re bizewicin. Ji bo ku ev sînor ji nûve werin sererastkirin hûn çi xebatê dikin? Ji ber ku hetanî serdema  þêx Adî civaka  êzdî tenê weke Pîr û Mirîdan hatibû dabeþkirin. Ji xwe her kes dizane ku ti pêwendiya þêxîtî û Mîrîtiyê û gelek navên din ( Ku du nav tên gotin) hetanî Serdema þêx Adî bi êzdiyan re nebû.

Weke encam ez dibêjim, pêwîste  kesên ku xwe pêþengên civakê dibînin, çi ronakbîr, oldar û rêxistinên me divê hewil bê dayin ku em destpêkê kêmasî û þaþîtiyên navxweyî sererast bikin.

ibrahimosman@hotmail.de


Gelo rêveberên malên êzdiyan difikirin ku mal û komeleyên wan bi rastî ji ber çi sedamane ku nikarin giþtiya civaka xwe himêz bikin? Qey Êzdî tev xerab û xayinin ji bilî yên ku endamên mala êzdiyane û yên carnan diherin komeleyan çayê vedixun? Ango, eger Êzdî xwe li dora we bicivînin hûnê pirsgirêkên wan çareser bikin? Eger hûn bêjin, belê. Ez jî dibêjim; gelo hûn dikarin rave bikin, bê ka bi kijan stratejî, proje, plansazî û rêberiyê? Bi kîjan wêrekî, dilsozî û pirensîba wekheviyê hûn rêveberiyê ji civaka xwe re dikin gelo?