Îbrahim Osman: FERMANE... CAREKE DIN LI SER SERÊ ÊZDIYAN FERMANE!













Sengal disewite, agir li ser serê Êzdiyan dibare. Li ser serê êzdiyên bêkes cardin axir fermane...
Belê ev 1200 sale ku Sengal warê qedîm disewite. Mirovatî disewite. Ew agir qet venemirî. Binêrin îro dîsa Dîcle bi pêlên xwîne diherike ser bendera gunehên mirovatiyê... Sengal xemgîne bi keder û kovane..Perestgehên pîroz sahdetiya bêbextiyeke din dikin. Çilmêra sernizme ji ber serma mirovatiyê. Mirovatiya ku buye hutê nirxên xwe, her roj hinekî din ben li histûyê xwe dijdîne...
Belê her kes peyaman didin û bi xemgîni tevkujiya ku li dijî êzdiyan pêk hatiye sermezar dikin. Lêbelê peyam û gotinên xwes birînan derman nakin, miriyan bi giyan nakin! Yên ku çûne venagerin. Kes nikare êsa bermayan hîs bike bi qasî wan. Yek ew yek jî agirê dilê wan dizane vê rastiyê. Û yek jî pêlên ava Dîcleyê...
Jin, zarok û mêr tên kustin bi destên dijminên mirovatiyê yên hov û bê îman.
Fermana axir zemane. Dîsa êzdî bi tenêne, bê kes û bê xwedanin. Ne Dîcle dikare vê êsê hilgire û ne jî Biroyê dengbêj dijî ku vê tevkujiyê bi axîna dil bihûne. Ev çi deme çi dewrane, çi bobelat û fermane ku li serê êzdiyan radibe!?
500 can, giyan, hêvî û mirad bi xwînê hatin sûstin. Qêrîn û awaza bêkesan li ezmanan biliya. Êzîdxan bûye Kerbela. Erd û ezmên res girêdaye, Kurdistan sînê dike. Civaka kurd bi gistî xemgîne.
Qet guman nîne ku civaka Êzîdî dibe qurbana polîtîkayê xinis, hesabên sas, bê tifaqî, bê rêxistinî û bê tevdîriyê. Bi sedan mal wêran bûn, ocax vemirîn, awirên bê guneh di valaya gerdûnê de biliyan. Ne hawar û ne jî gazî çare lê dike. Îroj bê derfetiye, do ji dojehê bê watetir e!

Roja 14 Tebaxê 2007`an hêzên terorîst bi çar kemyonên barhilgir êrîs birin ser wargehên Êzdiyan yên gundê Til Ezêr û Sîba Sêx Xidir yên bi ser Navça Ereban Baac ku dikevin desta basûrê Sengalê. Zêdeyî 500 kesî hûr û gir jiyana xwe ji dest dan û bi qasî wan jî birîndar bûn.
Helbet Ev ne tevkujiya destpêkê û ne ya dawî ye ku êzdî vê re rû bi rû dibin. Ji bilî dek û dolabên berê ku li ser Êzdiyan hatin mesandin, ev saleke ku ewrên bobelatê li ser ezmanên Êzîdxane digobilin. Di destpêka salê de bûyerên ku li Sêxan qewimîn, kustina keça êzdî Dua ku bi tahrîkên mislimanan pêk hat û pist re kustina 24 karkerên Êzdî li Musil. Dîsa êrîsên ku hatin ser xwendevan û karkerên Êzdî bû sedem ku xwendinên xwe nîvçe bihêlin. Kurd û Ereban ambargo danîn ser Êzdiyan. Meleyên ser bi sasik fetwa dan û di haparloyên mizgeftan de gotin ``Qetla Êzdiyan wacibe`` Ango helale. Ne kurd, ne hêzên hevpeyman û ne hikûmeta navendî li Êzdiyan xwedî derketin. Êzdî bi tenê û çarenûsa xwe re rû bi rû man. Heman êrîs li Dihok, Zaxo, Hewlêr û Silêmaniyê jî li dijî êzdiyan pêk hatin. Ji seema êrîsan fena heyamên berê Êzdî ev çar mehin ji bajaran qu bûn. Lê vê carê mirin li pê wan hat heta ber derê wan û xaniyên wan bi ser de xerab kirin.

Hikûmeta Herêma Kurdistan di vê tevkujiyê de gunehbare.

Ji Tirk, Ereb û Farisan tiliya kê di vê bûyerê de hebe bila hebe. Ew dijminin û bi salaye ku vê yekê dikin. Lêbelê ji ber ku hêzên pêsmergeyan li  nav gund û wargehên Êzdiyan bi cihbûn, Êzdî ji hêzên terorîst re kirin hedef û tedbîrên ewlekariyê wernegirtin. Heta Îslamiyan gelek caran hisyarî dan êzdiyan da ku Pêsmergeyan ji nav xwe derxin. Ji bilî vê, ji xwe hêzên îslamî dixwazin herêmê ji êzdiyan vala bikin û li hincetekê digeriyan. Êzdî bûn hedef ji bo wan. Dîsa di van rojên ku referandûma li ser madeya 140 di rojevê de ye. Hêzên terorîst ji bo ku Êzdiyan bi tirsînin da ku tevlî hikûmeta Basûrê Kurdistan nebin van sêwazên hovane pêk tînin. Mixabin hêzên kurdistanî ji bilî axaftinên xwes li Êzdiyan xwedî derneketin. Êzdî bi tenê man û bun hedefa dijminan.

Ez mînakekê bidim da ku ev rastî were fêmkirin; li ser Êzdiyan li gel zextên olî û polîtîk yên erdnîgarî jî hene. Li gor projeya Kembera Erebî di sala 1974`an de gundên êzdiyan hatin valakirin, li ciyî wan Eereb hatin bi cihkirin û êzdî li Wargehên komî hatin ragirtin. Li Sîba Sêx Xidir ku yek ji ciyê tevkujiyê lê rudaye, 14 hezar donim erdê esîra qîraniya ji ereban re hat berdan. Û weke vana yên gundên din jî. Lê pistî têkçûna dîktatoriya Seddam ti hêz bi êzdiyan re nebûn alîkar ku gund û erdên xwe bi sûnde bistînin. Di vê mijarê de jî Êzdî bi tenê man. Hikûmeta Kurdistanê wek ku dihat hêvîkirin civaka êzdî himêz nekir û ji pirsgirêkên wan re li rêbazên çareseriyê negeriya. Êzdî her di plana dawî de man heta ku mijara referandûmê hat rojevê.

Belê qet guman nîne ku bîrdoziya îslamê weke bizrê fitnê ket welatê me. Ji roja ku birdoziya islamê hat ser axa Kurdistanê ferman li êzdiyan rabûn û Êzdî bûn qurbaniyên herî mirina wan erzan. Siwarên Ereb û Osmaniyan bi dehên caran êrîs anîn ser gund û warên Êzdiyan, mêr û zarok kustin mal û milk talan kirin û yên dîl digirtin jî sûr dadanîn ser histûyên wan û neçar dikirin digotin; ``yan terk ola xwe yan giyana xwe bidin``. Serdema desthilatiya Osmaniyan bu serdema fermanan di dîroka Êzdiyan de. Gelke caran kevir û darên sengal û Sêxan heta bi welatê xaltaniyê, desta Wêransarê û çiyayê Cûdî bi xwîna Êzdiyan hatin sûstin. Ereb, Tirk Û Farisan mafê jiyanê nedan Êzdiyan.

A ku îro diqewime ji bilî dubarekirina dîroka bi xwîn pêve ne tistekî dine. Lê mixabin û sed mixabin ku, pirrê caran birînên Ezdiyan bi destê Kurdên Misliman ariyan. Wan ji dijminan bêhtir zilm û neheqî li Êzdiyan kirin.
Rêxistinên êzdiyan jî careke din rûnistine û sînê dikin. Civaka êzdî ne sînê destê alîkariyê dixwaze. Eger tedbîrên mayinde neyên wergirtin hîn gelek mirovên werin kustin, malê wêran bibin gundê ji nexseyê rabin. Lewra hêzên Îslamî û pasverû hewil didin ku Kurdistanê bi gistî bikin gola xwîne. Stratejî, rêxistinbûn û planeke real dikare dijminan di vê golê de bi fetisîne. Ne tistekî din.

ibrahimosman@hotmail.de



Kurdish Music Portal>>>
Mûzîk-1
Mûzîk-2
Mûzîk-3

Mûzîk-4