Ibrahim Osman:
DTP'yi li Antalya li Seyranêne!
Li bihara sala 1991'ê ez û xanim Leyla Zana li Elmanya bajarê Bonn'ê li mala welatparêzekî bûn. Di nav sohbetê re xanim Zana ev gotina bav û kalan dubarekir û weha got: '' Hevalê Îbrahîm, 'hinek dikin û hinek dixun. Binêre, gerîla bi cangoriyeke mezin kefen li pistê, ji bo serxwebûn û azadiyê ser dikin, canê xwe didin û em jî li ser ked û xwîna wan navdar dibin!'. Ev ratstiye û weke çarenûsa meye ku zû bi zû nayê gohartin. Guhartina vê çarenûsê ewqas hêsa nîne''.
Ez wê demê bi tundî li dij derketim û bi hemû hêvî û xeyalên xwe yên dilsozî yên germaya têkosînê min got; ''Em tevgêreke cûdane, em ê vê çarenûsê biguherin! Lewra dûrismeya me ya bingehîn li ser; 'Keda kolektîf û parvekirina kolektîv' ava ye! Di nav me de yê ku neke naxwe!''
Pistî wan gotinên xanim Zana 16 sal derbaz bûn. Helbet wê tistekî nû kisf nekiribû. Lê ji ezmûnên jiyanî fêrî rastiyê bûbû. Bi derengî be jî, rastiyên jiyanê îro dihêlin ku ez li xwe mikur werim û bibêjim; '' Lêbûrîna xwe ji te dixwazim xûska Leyla. Tu rast, ez sas bûm!''
Erê, li hêlekê ser û pevçûn û her roj nûçeyên nexêrê tên. Dîsa nizanim ku çend gerîlayan jiyana xwe ji dest dan. Dê û bav, xûsk û bira xemgîn dil bi sewat. Cih nema ku cenaze lê werin vesartin! Rêvebirên KCK'ê wê daxwuyaniyan bidin; ''Bila gel li sehîdên xwe xwedî derkevin!'' Gel mîna ku gostê xwe di nav diranên xwe de bihêre, hemû zor û zextên dewletê hesab dike û bi hemû hêza xwe li sehîdan xwedî derdikeve û di dilê xwe de binax dike. Li hêla din jî, parlementer û saredarên li ser ked û xwîna gerîla kursî bi dest xistine di histûyê wan de qerewat, di destên wan de piyalên serabê ji xwe re li kêf, seyran û pîknîkêne!
Li welatekî ku bi ti awayî derfeta mafê jiyanê ji te re nîne, çand, ziman û nasnameya te qedexeye, lesker mîna teyrên lasa û ajalên dirinde li ser sopa zaroyên te yên ji bo avakirina jiyaneke bi rûmet derketine çiyan digerin ku operasyonan çeqober dimesîne. Gel di nav birçîbûn û xizaniyê de vedigevize. Li ser axa welatê te xewin û xeyal tên kustin, hêvî beravêtî dibin. Tu jî rabe di bin navê; ''Di roja îro de zimanê siyasetê vê dixwaze'' de van sosretan bike!?
Gelo qey me salên ciwaniya xwe fedakirin, ji bo ku ev kesên bê ked hatine deverna, werin li ser rûnên û kêfa xwe bikin ku hîna bi qasî bihostekê axa me ya rizgarkirî nîne? Ewqas sehîd, birîndar, zîndan, ked, hêsir, koçberî, ês û jan tev ji bo vê bûn?
Gelo kes heye ku di vê derbarê de min ronî bike û vê rewsê ji min re rave bike?
Beriya çend roja Saredarê Amedê birêz Osman Baydemir, pistî ku kêr giyast hestî derket pêsberî kamerayan, çend peyvên xwes ku dilê mirovan hênik bike kirin û got; ''Amed kela ye, serokwezîr Erdogan dixwaze vê kelê ji me bistîne û ser îlan kiriye. Eger ser e, hodrî meydan, werin ser!''
Çi helwesteke xwes û di cih de ne wisa!? Lê…
Ez bawerim wek min dilê tevayiya kurdên dilsoz bi van peyvan xwes û ges bû. Lêbelê hêjaye ku mirov ji birêz Baydemir bipirse; Erê, te çiqas nava peyvên xwe dagirtiye? We li Amedê çiqasî xwe bi rêxistin kiriye? Bi hêz û rêxistinbûna xwe hûn çiqasî amadene ku Amedê biparêzin? Weke partî û rêxistin fikir, raman û polîtîkayên we çiqas li gel hevin? Eger bersifa te ji bo van pirsa erênîbe, wê demê divê ez pirseke din bipirsim; Eger tu ewqas ji xwe raziye û bi bawerî diaxave û naveroka peyvên te dagirtiye, gelo ji ber çi sedemê bû ku di hilbijartina 22 Tîrmehê de we li ciyekî weke Amedê ji 10 kursiyên parlementeriyê tenê 4 heb bi dest xistin û yên din ji AKP'ê re berdan?
Sîn û sahî di nav hev de.
Li aliyekî, ser, pevçûn, sîn girî û konên sînê li darin, li aliyê din jî''siyasetmedarên me''li ber hewa deryayê li bin siya sîwanan xwe vedizelînin û ji polîtîkayê xeber didin!
Erê, em ji ku hatin ku?
Zêde dirêj nakim derd û kulên we tevranakim. De bila Yêzdanê dilovan me ji bobelatên xirabtir bibarêze! Hûn ji bibêjin AMÎN!
ibrahimosman@hotmail.de
Çapemeniya Tirk dinivisîne. Parlementer û hinek saredarên DTP'yî ji bo 4 rojan li Antalya li ber deryayê pîknîkê dikin.
Bav û kalên me gotiye:''Hinek dikin û hinek dixwun''.
Ji xêra xwezî û barê keremê re ev biwêj ne rastbûna. Lêbelê…!
Kurdish Music Portal>>>
Mûzîk-1
Mûzîk-2
Mûzîk-3
Mûzîk-4