Ji 1966'an heta bi 2007'an 41 sal derbaz bûn. Çima 1966? Ji ber ku hûn wê salê ji PDK qetyan û bi 'kiryarên' xwe ketin rojeva gelê kurd! Di salên 66, 74, 83, 92, 93, 96, 97 2000 'an de we bi kê re çi kir bas tê zanîn. Lêbelê di nav dirêjayiya van salan de, cîhan hat gohartin, herêma Rojhilata Navîn di nava guharîna de ye, dîwar hilwesiyan, li gel guherîna têgeha dost û dijminan, nakokiyan jî cih goherîn û bi gistî rojeva cîhanê hat gohartin. Dijminên do bûn dostên îro!? Li gel guherîn û veguherînên xwezayî ku pêsî lê nayê girtin, bê guman rewsa we jî hat gohartin. A ku deh sal berê di fikir û xeyala kesî re derbaz nedibû qewimî û cenabê te bu serokkomarê Iraqê. Lê eger tu serokkomar be jî tu kurd e, yên ew kursî dan te ji ber sedema hêza gelê kurd dan û yên ku tu ji wan re dibêje herin welatê xwe jî mîna te kurdin. Lewma ez dibêjim; Nebû Mam Celal dîsa nebû…!