kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,
kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,
JI BO SERKEFTIN Û  MOTÎVASYONÊ TAM 50 TAKTÎK!












NE TIRSE KA CARÊ BIXWÎNE!

Motivasyon,ji bo bextewarî û serkeftinê xwedî girîngiya jiyanî ye. Taktîkên ku li jêr hatine nivîsîn wê bi wer e bibin alîkar da ku hûn xwe motîve bikin û vê yekê pês bixin. Vana sîretên pratîk û yên encamê ne. Eger hûn pêk neynin ti car ji asta çanda gelemperî derbaz nabe.

1. ÇÎROKA XWE BINIVISÎNIN
Li ser lênûseke (kaxez) paqij bi qasî hevokek yan du hevokan çîroka paseroja (Dehatû) ku hûn hêvî dikin bi nivisînin. Ev yek wê we ji bo dema ku hûn tê de dijîn û ji bo paserojê motîve bike.

2. PASEROJÊ LI BER ÇAVÊN XWE ZINDΠ BIKIN 
Çavên xwe bigrin û hûn di paserojê de dixwazin çi bikin, weke ku hûn wê dijîn zindî bikin. Weke ku hûn di nava aramî û tenduristiyê de dibezin, yan jî bi gul û çîçekên hewsa xwe re aleqedar dibin yan jî dixebitin. Mînak, eger xeyala we vekirina kargeheke biçûke, wer xeyal bikin ku hûn di roja vekirinê de silavê didin karker û bikirçiyên xwe. Bi vî hawî hûn dikarin xeyala xwe sênber (somut) bikin..

3. PÊSEROJÊ (RABIRDÛYÊ) LI BER ÇAVÊN XWE ZINDÎ BIKIN
Gava ku hûn pêserojê (rabirdûyê) li ber çavên xwe zindî bikin, hûnê bibînin ku hûn berê li ku bûn û we çiqas rê li pê xwe hîstiye. Ango hûn giyastine ku. Hûnê fêm bikin ku hûn çiqasî giyastine armancên xwe yên bi rêk û pêk û we li ku kêmasî kiriye. Ev yek wê bihêle ku hûn di rêyeke rast de pês ve herin. Ajokerekî (sofêr, sayq) bînin bala xwe, eger ew tenê li pês xwe binêre û ji neynika navîn sûd wernegire wê çi were serê wî. Eger car caran mirov li pêseroja xwe binêre, bi kêmanî bi qasî nêrîna ajoker ya li neynika navîn fêdeye.

4. MEZIN BIFIKIRIN
Ji bo paseroja xwe ji mezin fikirandinê netirsin. Ev yek, wê bihêle ku hûn li hember binkeftinên biçûk yên demkurt xwe ragirin. Astengî wê we ranewestînin. Ji ber ku wê demê we çavê xwe berdaye pê armancên mezin. Wer bi hesibînin pistî navbereke dirêj hûn digihîjin hezkirî\ya xwe, dema hûn herin gara tirênê herin pêsiya wê, baran weke sirikê jî were xwar û wes il û pil jî bike ma wê we nerihet bike?

5. XWE PERWERDE BIKIN
Her tistên ku bi xeyal û armancên we re pêwendare fêr bibin, bixwînin, biaxavin, guhdarî bikin û bi ceribînin. Eger hûn dixwazin bibin nivîskar, wane bibînin, pirtûkan bixwînin, binivisînin, bi nivîskarên cûda re bipeyivin û tevlî karên arolyan bibin.


6. BI RÊK Û PÊK BIN
Ji bo his û aqilê motîvekirî maleke pak, bi rêk û pêk û organîzekirî, ofîs û jiyan xwdî girîngiyeke nebe nabeye. Belavbûna fizîkî dibe sedema belavbûna zihnî jî.  Bila jiyana we bi rêk û pêk be, bi vî hawî her roj hûnê xwe ji berê zindetir hîs bikin. Mînak, bila saeta we ya raketin û sibehan rabûnê bi rêk û pêk be. Misoger xurîniya xwe bikin û her sibeh bi kêmanî nîv saetê bimesin..

7. LI MAL Û CIYÊ KARÊN XWE CIH BIDIN TISTÊN KU WE MOTÎVE DIKIN
Li mal, ciyê kar, di masînê de û heta di cuzdanê xwe de cih bidin esaret û objeyên ku armanc û xeyalên we bînin bala we. Ev esaret û obje, wê bibin demana (garantiya) berdewamiya motîvasyona we. Hûn dixwazin bibin xwediyê masîneyeke modêla wê herî pêsketî? Wê gavê wêneyên masîneya di xweyala we de bi dîwarê odeya xwe ve kin, di cûzdanê xwe de vesêrin û her cara pêdiviya we jê çêbû, lê binêrin û hedef û armanca xwe bi bîr bînin

8. TEVLÎ KARÊN BI DIL BIBIN
Ji dilê xwe alîkariya mirovên din bikin. Gava ku hûn vê bikin, hûnê bibînin ku bextewarkirina mirovên din çi tistekî bikêr e. Di dawiya hefteyan de li gel hevserê\a xwe eger hûn herin saziyên parastina zarokan fikreke bas e.


9. BI MOTÎVASYONA XWE YÊN XEYRÎ XWE JÎ MOTÎVE BIKIN
Azîneyê fêrbûnê yê herî bas, fêrbûn e. Jin bo motîvekirina zarokên xwe, ji bo ku hevalên we armancên bi bandor ji xwe re destnîsan bikin û hevala\ê we bigihîje xeyalên xwe vê re bibin alîkar. Ji xwe dema ku hûn bi wan re bibin alîkar, tê wê ateyê ku hûn bi xwe re jî dibin alîkar.

10. BI ZAROKAN RE DEM DERBAZKIN
Bi zarokan re dem derbazkirin wê perspektîfan bi dest we xîne. Di kar yan jiyana we de du dilî û zoriyên ku hûn diksînin hebin, dema ku hûn bi zarokên xwe re bilîzin wê bihilin û ji holê rabin. Zarok ji bo fêrbûnê li her tistî bi hêsanî dinêrin û fêrbûna vê jî ji bo me sûd e.

11. PERGALA HEVKARYÊ AVA BIKIN
Hevserê\a we ji bo pêsketina xwe hedefên wî\ê hene yan jî hevalekî\e we yê\a dixwaze hin tistan bi serbixîne heye? Eger hebe, bi wan re`Pergala hevkariyê ava bikin`. Hev û din motîve bikin, hisiyar bikin, wêrek bikin û ji bo xwe giyandina hedefê bi hev re bibin alîkar.

12. JI XWE RE MODELEKÊ BIBÎNIN
Ji xwe re rol modêlekê bibijêrin ku hun hin tistan jê fêr bibin. Ev kes , divê ew be yê ku hûn jê hez dkin, jê re rêz digirin û hûn dixwzin bibinweke wî\ê. Gava ku hûn yekî\ê ku hûn jê hez dikin ji xwe re bikin mînak, wê demê ne hewceye ku hûn ji nûve tekerlek bi afirînin.
Eger li derdora we yekî\e wisa tunebe, hun dikarin rêberekî navdar, hûnermendekî yan jî zanyarekî ji xwe re weke rol model bibijêrin. Hûn dikarin di derbarê kar û xebatên wî û emelê wî de her tistî fêr bibin û ji bo serkeftina xwe bikar bînin.

13. MESÊ BIKIN Û MASÎNÊ BIAJON
Wa ji xwe re li derdora xwe bigerin yabn jî bi masîneya xwe li taxa xwe bigerin, rihet bibin û demek serbest biborînin. Pêdiviya me tevan ji rehetiyê heye ji xwe mesên bi lez kirin, masîne ajotin bi rastî jî çareseryeke herî bas e. Hûn bi wî hawî ciyê xwe biguherin, wê hewa nebas ya li ser we digere belav bike.

14. ÇÎROKÊN SERKEFTINAN BIXWÎNIN
Çîrokên serkeftinê yên mirovên li derdorên xwe bixwînin. Di rojnameyên rojane de jî gelek caran gelek çîrokên serkeftinê yên we motive bikin û têxin nava liv û bizavê hene. Wesanxane û pirtûkxane  bi biyogirafiyên mirovên ji rêzê yên ku serkeftinên wan vedibêjin dagirtîne. Ev tev jî, ji bo we bigihînin serkeftinê di refikan de bi heyecan li bende we ne.


15. LI MÛZÎKÊ GOHDARÎ BIKIN
Mûzîk mirovan aram dike, heyecanê vê re diafirîne, xemgîn dike û motîve dike. Di dema bezê de muzîkeke bas dikare hêza we zêde bike. Ji bo motîvebûna xwe mûzîkên bas hilbijêrin û ji wan sûd wergirin.
Mînak, dema sibeha ku ez diherim ofîsa xwe yan jî karghê `mûzîk` guhdarîkirin zewqeke bas dide min û min motîve dike.


16. LI FÎLMÊN KU WE MOTIVE BIKIN TEMASE BIKIN
Lîsteya fîlmên ku we motîve dikin çêkin û ji xwe re arsîveke biçûk ava bikin. Mînak, kîjan fîlm bandoreke bas li we dike û hun jê hêz û taqet digrin li wan temase bikin.

17. NIVÎSÊN KU WE MOTÎVE DIKIN BIXWÎNIN
Dixwaze di internetê de yan jî di pirtûkan de bi hezaran nivîsên ku îlham bidin we û we motîve bikin hene. Di înternetê de lê bigerin mîna ku mêsa hingiv ji çîçekan hingiv kom dike hûn jî ji xwe re zanist û fikir kom bikin.
Vana wê pirr fêdê bidin we, ji ber ku her yek ji me xwedî sîroveyeke jiyanê ya cûda ye. Çîrokên ku rê bidin ku hûn ji gelek aliyan de li jiyanê binêrin, wê pirr bi kêrî karê we were.

18. LI TENDIRUSTIYA XWE MIQATEBIN
JI bo jiyaneke bextewar tenduristî û xwarinên bas gelek girîngin. Diyetek bas, ji bo pergala bedena we lazime û ev jî hemû vitamîn û mîneralan digire nava xwe. Ji xwe her dem zêdebûn zirare. Çi gotine; `` Seryekî bas li ser bedeneke bas tê dîtin``. Ji bo beden û motîvasyona xwe li xarina xwe miqatebin. Ji cixare û alkolê durkevin.

19. LI GOR PÊDIVIYA XWE RAKEVIN
Hinek mirov 6 saetan radizên lê dibe ku pêdiviya hinekan ji 8 saetan heye. Heta ku hûn bawer bûn hûn têr razane, razên. Lê haj xwe hebin zêdeyî 8 saetan ranezên.  Eger razana we bi rêk û pêk be hûnê bibînin ku ji bo beden û zihînê we çiqasî bas e.

20. HER DEM FÊR BIBIN
Dersa herî girîng ev e. Di derbarê cîhana derdora xwe de her dem fêr bibin û ji bo fêrbûnê qet ranewestin. Her tistên ku we eleqedar dike bixwînin, guhdarî bikin û fêr bibin. Her tistî mereq bikin. Ji ber ku hûn zanin mereq, mamosteyê zanistê ye. Zanist bi mereqkirnê destpêdike. Eger mereq nebe zanist jî pês nakeve.
Eger hedefên we nebin, ne pêkane ku hûn di jiyana xwe de guherîn û veguherînên mayinde pêk bînin. Eger hûn van taktîkên li jêr hatine nivisandin bikar bînin hûnê bikaribin hedefên bi bandor û bi berhem ji xwe re biafirînin.

21. BI HEDEF KAR BIKIN
Di derbarê hedefan de taktîkê herî girîng ev e. Bi hedef kar bike..!
Hedefler, hayatinizin tüm alanlarindaki gelisiminiz için önemlidir, eger hedefsiz çalisirsaniz, gelisiminizde güçlükler ile karsilasirsiniz.

Ji bo hûn bigihîjin mexsed û mirazên xwe, divê hûn karê xwe li bende sens nehêlin. Lewre ev ne rêyeke bas e.
Peyveke Earl Wilson  ya  bas heye. Weha dibêje; " Serkeftin? Serkeftin bi temamî bi sens ve girêdayiyê. Eger hûn bawer nakin herin ji mirovên binkeftî bipirsin..!``
Her dem bi hedef kar bikin, ew ji wer e serkeftinê û li gel wê fêkiyê bextewariyê ji pêskêsî we bike.

22. BAHOZA MEJÎ ÇÊKIN
Lênûs û pêînûseke pak bigrin dest xwe. Derbazî ciyekî ewle û sakin bibin. Herin ciyekî ki kes we aciz neke û ji telefonê dur.
Pist re bifikirin, bifikirin û cardin bifikirin. Her fikra ku hat aqilê we binivisînin. Hedefên diravî, yênkesayetî, yên pêwendî, yên girêdayî tendirustiya we ûhw.din. Hemû fikran binivisînin.
Dema ku we qedand, hûnê bibînin ku ji daxwaziya we bêhtir hedef li ber destê wene. Ji nav vana kîjan pirr ji bo we girîng bû wan hilbijêrin.
.

23. HEDEFÊN XWE LI LÊNÛSÊ BINIVISÎNIN
Beriya ku hûn hedefa ku hûn li ser bixebitin hilbijêrin, wê li ser lênûsekê binivisînin û bihêlin hedefa we sênber bibe. Wê demê hûnê bikaribin bi hêsayî biryar bidin bê ka ev ji wer e dibe ya na.

24. SEDEMÊN HEDEF HILBIJARTINÊ BINIVISÎNIN
JI ber çi sedemê we ev hedef hilbijart? Ji bo her hedefeke xwe, pirsa `` Çi fêda vê ji min re heye`` bipirsin. Divê hun bi hêsayî bikaribin sedemên hedef hilbijartinê vebêjin. Eger hun nikaribin vebêjin, vê hedefê ji lîsteya xwe derxînin û li ser hedefeke din bixebitin.

25. BIHÊLIN KU HEDEFA WE SPESIFIK BE
Ji bona ku hedefa we bi bandor be, wê weke speksîf bigrin dest.
Dibe ku " Pêwendiyên ku hûn bi zarokên xwe re pês bixin"  pirr digîng û xwedî nirxbin jî, lê bi navê hedefa we divê pênaseyeke we ya berfireh hebe. Li sûna vê, hedefeke hîn zêde speksîf destnîsan bikin. Mînak, rojên yekseman bi wan re derketina pîknîkê, sîvên êvarî di navbera 19:00-20:00 de bi hev re xwarin yan jî beriya razanê 1 saetê bi wan re sohbet bikin zanebûn û ezmûnên xwe ji wan re vebêjin.
Ev yek wê we bi hêsayî bigihîne hedefa we.

26. CIVANAN (TERMÎNAN) BIKAR BÎNIN
Tista mirinî ya ku pêkanîna hedefên we asteng bike, taloqkirine. Ji bo hûn vê proplemê çareser bikin termînan bikar bînin.
Wek çawa hûn di hedefan de dikin, heman tistî ji bo termînan ji spesîfik bikin. Wek ezê projeya ber destê xwe heta 5 Çilêyê 2008 bi qedînim ûhw.din.
.

27. DÎROKA DESTPÊKIRINÊ BIKAR BÎNIN
Termin girîngin, lê belê mijareke din ya ku bi qasî vê girîng heye ew jî, zelalbûna dema destpêkê ye. Dema ku hûn ji bo hedefa xwe ketin ser rê, wê gelek sedem hebin ku hûn dîroka destpêkirinê taloq bikin.
Ji bona ku hûn ji heq vê derkevin, dîroka destpêkirnê destnîsan bikin û bi wê dîrokê re girêdayî bimînin.

28. HEDEFÊN MEZIN HILBIJÊRIN
Ji bo ku hedefên we bi bandorbin, divê pêkan û zor bin. Eger xwe giyandina hedefa we hêsa be wê demê motîvasyona we wê bikeve.
Divê hedefa we pêkan be, lêbelê di heman demê de li gor huner û derfetên we pêskevin jî divê zor be.

29. HEDEFÊN KU HÛN DKARIN BIGIHÎJINÊ DESTNÎSAN BIKIN
Eger hûn hedefên ku hûn nikarin bigihîjinê destnîsan bikin, di encamê de wê xeyalên we biskênine, wê we hêrs bike û wê we têxe nava bêbaweriy. Bila hedefa we xwegiyandin pêkan be zor be û bi mantiq be.

30. PLANÊN BERFIREH YÊN AKSIYON AMADE BIKIN
Ji bo her besekî hedefên we, gav bi gav plana berfireh ya aksiyonê amade bikin. Gelek hedef, wê kîjan demê çi were kirin nayê plankirin nagiyên serkeftinê. A ku hûn dikarin bikin plan bikin û ya ku we plan kir jî bikin.

31. ZÊDE MEZIN NEKIN ( LI SER HEDEVÊN JI PÊDIVIYAN ZÊDETIRBIN NE XEBITIN)
Di heman kêliyê de li ser gelek hedefan bi hev re nexebitin.  Ji bo destpêkirinê hedefên ji yekê heta sisyan maqûlin

32. PÊSKETINA XWE BIPÎVIN
Pêsketina xwe ya kar û xebatê bipîvin. Dibe ku hûn dixwazin romaneke ji 300 rûpelî binivisînin. Lê 300 rûpelî bi hef re nekin hedefa xwe. Her carê 25 û 50 rûpelî bifikirin û her ku we temam kirin rojaneya rûpelan binivisînin. Eger hûn pêsveçûna xwe bipîvin, heta ku hûn bigihîjin hedefa xwe wê motîvasyona we di asta herî jor de bihêle.

33. LÎSTEYA DAXWAZAN AMADE BIKIN
Lîsteya 10 tistên ku hûn ji dil yan jî neçarin bikin çêkin.  Avakirina karekî, beza di maratonê de, gerû gesta welatekî yan jê fêrbûna zimanê japonî ûhw.
Vê lîsteyê li ofîsa xwe yan jî li malê bi panoya xwe ve kin.

34. TISTÊN KU BÎNIN BALA WE BIKAR BÎNIN
Post-it ji bo erkên we yên rojane û ji bîr nekirina hedefan azîneyên herî basin. Lêbelê bi sertê ku neyê mezin kirin.

Bi dehan nîse (notên) ketine ser hev, çi tê de ne nayên xwendin, wê ti fêdê nedin we.

35. BI XWE XWE XELAT BIKIN
Ji bo xwe xelatan destnîsan bikin. Dema ku hûn giyastin armanca xwe yan jî eger biçûk be jî dema we gavek avêt xwe xelat bikin û vê yekê pîroz bikin.  Hûn gelekî xebitîn û we ev heq kir. Bi malbata xwe re herin derve nanekî bixwun, derkevin seyraneke kin yan jîn tistekî din yê ku we bextewar bike bikin.

Liv û bizav her tiste. Taktîkên ku li jêr hatine nivisandin, ji bo ku hun bibin xwediyê liv û bizavên serkeftî wê bi wer e bibin alîkar.


36. PEYVÊN RAST BIKAR BÎNIN
Di axavtinên xwe yên rojane de bikar anîna gotin û hevokên wek; `Ezê bikaribim vê biserxînim, yan jî ezê çareseryekê jê re bibînim` yên erênî bikar bînin.
Ji bîr nekin ku, hevokên hûn avadikin bandoreke girîng li ser pîsîkolojî û liv û bizava we dike.


37. JI  BO KÛ HÛN XWESBÎN BIN KED BIDIN
Serkeftina mirovan, li gorî erênî û nerêniya wan digohere. Ji bo ku hun xwdî liv û bizavên poztîf bin, divê hûn li ser vê mijarê rawestin. Ya girîng ne ew e ku hûn bûn çi yan nebû çi, a girîng hûnê bibin çiye.

38. HEVALÊN XWE HILBIJÊRIN
Liv û bizavên hevalên we yên nêgatîf hene? Ev yek bandorê li we dike?
Mirovên ku hûn dema xwe vêre derbaz dikin, dikarin gelek caran helwesta mirov bandor bikin. Eger li ofîsa way an kesên malbata we di hêla nêgatîf de bandorê li we dikin, ji bo hûn vê rewsê biguherin gavê pêdivî jê here biavêjin.

39. HÛNÊ ÇAWA ZANIBIN KU PÊDIVIYA WE JI GUHARTINÊ HEYE?
Dema ku we fêm kir hûn ne bextewarin, li xwe mukur werin û xwe bigihînin ewleyê. Ev tistekî gelekî zor e, bi taybet hun nikarin hin tistan li xwe mukur werin.  Pêkanîn zor e, lê bi nirxe. Dema ku we dîd hûn ketine pêvajoya bê biryariyê û resbîniyê, hewil bidin ku vê rewsê biguherin.

40. YÊN DIN ÇI DIBÊJIN LI WAN GUHDARÎ BIKIN
Di be ku dema hûn xwe wek mirovekî pozîtif bi nav bikin gelek kêfa we ji vê yekê re were, lêbelê ev her dem ne rast e. Guh bidin gotinên heval û malbata xwe yên ku ew di derbarê rabûn û rûnistina we de dibêjin, dibe ku hin tistên hûn naxwazin bibihîzin jî bibêjin. Lêbelê ji bîr nekin ku guhertinên herî bas li ser encama rexneyên çêker pês dikeve.


41.FÊM BIKIN KU ÇI TST HIZÛRA WE XERAB DIKIN
Dema ku we fêm kir ku çi hizûra we xerab dike, hûn dikarin ji wê rewsa nebas dûrkevin û di encama wê de hûn dikarin ji gergintî û xeyalsikandina derdiekve holê rizgar bibin.
Eger rewseke ku hûn nikaribin jê birevin hebe, bifikirin ku hûnê wê çawa bînin asteke bas ya erênî.


42. ÇI TIST WE BEXTEWAR DIKIN?
Ev ji bo pîsîkolojî û helwesta we xwedî girîngiyeke jiyanî ye. Ji bo `biskovka` helwest û bizava we ev dubare dubare pêwîste. Mînak, eger ez di nav aloziyeke diyanî de bim, ezê xwe kontrol bikim ka sibehan xurîniya xwe dikim yan na. Eger min nexwaribe, pistî ku pêdiviyên xwe bigrim n av pergalê ezê 180 pileyê vegerim. Giyana min wê bigihîje asaybûna xwe.


43. ZANBIN NAVBERÊ BIDINÊ
Niha derkevin derve û di hewa vekirî ya sayî de bimesin.
Di kêlyên ku hûn aciz bûn de, zanibin navberê bidinê. Ev yekê bi hêle ku hûn bi perspektîfekî din li bûyeran binêrin. Mînak, di nav we û hevserê\a we de proplem rû da yan jî yê amîrê we tistekî ku we demoralîze bike got, xwe ji reaksiyonên anî biparêzin, navberekê bidinê, bi dorfirehî bifikirin û wisa tevbigerin.
Li gel vê, her gav kar nekin, zanibin navberê bidinê. Heta ku hûn bivirê xwe tûj nekin dest bi bîrîna darên nû nekin. *Çîroka ku li jêr hatî nivisandin wê bi we re bibe alîkar.

*TÛJKIRINA BIVIR

"Ezê bixebitim û xwe amade bikim. Û rojekê sensê were ber deriyê min."
Abraham LINCOLN
Du mirovan li daristanekê dar dibirîn. Mirovê yekê sibehan zû radibû, dest bi birîna daran dikir, her ku yek diavêt erdê dest bi yeke din dikir. Ji sibehê hetanî êvarî ne vedihêsiya û ne jî ji bo nanê nîvro radiwestiya. Êvaran jî pistî hevalê xwe bi çend saetan hîna dar dibirîn. Zilamê dudiayn jî, di navberê de vedihêsiya û çawa tarî diket erdê vedigeriya malê. Pistî ku hefteyekê bi vê tempoyê kar dikin dest bi jimartinê dikin da ku zanibin ka çiqas dar birîne. Encam: zilamê dudiyan hîn zêde dar birîne. Zilamê yekê hêrs bûye:
· "Ev çawa dibe? Ez hîn zêde xebitîm. Min beriya te dest bi kar kir, pistî te bi qederekî jî xebitîm. Lê te ji min bêhtir dar birîn. Sira vî tistî çi ye?"  Zilamê dudiyan bi mizicandin bersiv dide:
· "Ti sire li navberê nîne. Tû bê rawestan dixebitî, min jî her carê navber didayê û bivirê xwe tûj dikir. Bi bivirê tûj û hewildaneke kêmtir hîn zêde dar tên birîn."
Xwe pêsxistina me, wek tûjkirina bivirê me ye. Ji xwe re dem veqetandin û bi awirekî objektîf jiyana xwe di ber çav re derbaz kirne. Ji bo aliyên xwe yên lawaz xurt bikin ked dayin e. Ev sertekî wisaye ji bo zihînê me karekterê giyana me û bi hêz bûna me di radeya nebe nabe de ye.
Li perestgeha Delfî ya navdar ev gotina Sokrates hatî nivisandin: "Mirov Xwe Nazbike" xwe nazkirin, rêya navbera ciyê niha hûn lê û yê hûn dixwazin bighîjinê ye. Xwe nazkirin, tê wateya em çawa xwe dibînin û yên din me çawa dibînin, di navberê de mesave nîne. Di karên kesayetî û gistî de eger em dixwazin serkeftîbin, eger em dixwazin bextewar û têr bin, ji bo ku em bifirê xwe tûj bikin divê em ji xwe re dem veqetînin…



44. BERIYA KU HÛN BIKEVIN NAV BIZAVÊ DU CARAN BIFIKIRIN
Beriya ku hûn bikevin nva bizavê de, li gel sedeman di derbarê bizava xwe de bifikirin. Eger karkerekî we, kêmasiyeke ku bandorê li we jî bike kiribe, hema nekin qîr û hawar. Berisva herî bas, li ser bifikirin. Pistî ku we ev yek du caran kir pist re bikevin nav liv û bizavê.
Ji bîr nekin ku ji bo hûn du caran guhdrî bikin û carekê biaxavin du guhên we û devekî we heye. 



45. REAKSYON Û BERSIV (REACT VS. RESPOND)
Ev her dû peyv, cudayetiya navbera mirov bextewar, bi daxwaz, poztîf û ya navbera mirovê xemgîn, westiyaî û nêgatîf e.
Di jiyana we de dîrekt yan jî îndîrekt tistên ku we bandor bikin çêbûn, bersivê bidin vê yekê. Ango li ser xalên çareseriyê bifikirin.
Eger hûn reaksiyon raber bikin, hûnê sedeman ji bîr bikin û hûnê tenê bi rewsa anî re kilît bibin. Di encamê de, ji bilî alozî û xeyalsikandinê pêve ti tistê nekeve destê we.
Ne reaksiyon, bersivê bidin.


46. QÎMETA TISTÊN DI DEST XWE DE ZANIBIN
Li dora xwe binêrin û qîmetê tistên di dest xwe de zanibin. Hevalên we, malbata we, mala way an tistekî din.  Ev bi tena serê xwe jî çavkaniya bextewariyê ye. Ne girînge ku tistên xerab çawa ketine nav jiyana me, em ji tistên dest xwe re bi sêkirînin. 
Bi nêrîn û awirekî cûda binêrin û tahma tistên xwes yên jiyan xwe zanibin.


47. HÛN NE NEÇARIN KU HERDEM BEXTEWARBIN
Eger hûn carnan xwe nebas hîs bikin, ti aliyekî vê yê xerab nîne. Hûn li dijî yên hember xwe ne neçarin ku her dem bi heyecan, enerjîk, zinde û têr tevbigerin.
Wê roj hebin ku hin tist li rê neçin, hûn xwe bas nebînin. Vê ji xwe re nekin derd, proplemê derbazbin.

48. BI HISÊ XWE HEREKET BIKIN
Bi hîs û tevdîr nêzîkî kêseyan bibin. Eger hûn bi hestyarî tevbigerin hûn neçarin encaman bi pejirînin.

49. JI PASGOYAN (DEDIKODU) DÛR BISEKININ
Tevlî axavtinên derdora xwe yên negatîf nebin. Eger we dît axaftin bi wî alî de diçe, lêborîna xwe bixwazin û bi kibarî ji wir dûr kevin.


50. XWESIK DEST BI ROJÊ BIKIN
Bi ken dest bi rojê bikin. Îro, hûnê bibin xwdiyê gelek tistên ku hûn jê hez dikin. Jiyan kin e..! Lêbelê, veya roja yekê ye ji jiyana way a mayi. Vê yekê ti caran jibîr nekin.


Amadekar: Ciwan Post.
Werger: Îbrahîm OSMAN