kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,versicherung,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,versicherung,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,versicherung,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,versicherung,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,
kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,versicherung,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,versicherung,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,versicherung,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,versicherung,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,
kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,
Yekemîn qîza xwenda ya ezîdî: PRENSES WANSA


Îbrahim OSMAN























"Qîzeke di dema kamilbûna xwe de gelekî bedew e... Bejna wê ne kin, ne dirêj, por û çavên wê morê tarî, çermê lasê wê rengvekiri bû."

Jina navdar, jîr û xwendevan Prenses Wansa, qîza Îsmaîlê Çolbegê yê Êzîdî ye. Wansa di destpêka sala 1917'an de li basûrê Kurdistanê, li herêma Basîka ya ku dikeve rexê çiyayê Meqlûbê hatiye dinyê. (Ev herêm dikeve navbera bajarê Mûsil û Duhokê)  Navê dayika wê Emsê ye. Emsê dotmama bavê wê Îsmaîl Beg e û jina wî ya duyemîn bû. Ji bilî lixwekirina tacê prensesiyê, Wansa di wan salên pistî ?erê Cîhanê yê Yekemîn de, yekemîn qîza Êzîdî ya xwendevan e. Ji ber ku di wan salan de heke qîzek biçûya dibistanê di nav civakê de wekî sosret dihat dîtin. Ligel vê jî, ne hed û xercê tu kesî bû ku pêlî zagonên olî bike û zarokên xwe di nav 'misilmanan' de bidin xwendin.


Sikandina xetên sor


Di wan salên ku qîzê êzîdiyan ne dikarîn ji malê xwe derkevin û tu kesî ji wan rûyê bajaran nedidît, Wansa di salên qîzaniya xwe de li Mûsil û Bêrûdê Koleja Qîzan a Amerîkayê dixwend. Prenses Wansa ji bilî perwerdeya dibistana Amerîkayê ku besa bijîskiyê dixwend, perwerdeya siyasî, dîplomasî û civakî ya herî mezin li ber destê bavê xwe Îsmaîl Beg û meta xwe Meyan Xanim a ku 45 salan li ser textê mîrîtiyê ma, dît.
Prenses Wansa di 8 saliya xwe de (1925), li gel birayê xwe yê bi navê Yezdan li Mûsilê dest bi xwendina dibistanê kir. Di wê demê de birayê Wansa yê ji wê mezintir Abdulkerîm jî, li Bexdayê dixwend. Di wan salên ku Îsmaîl Beg li nav Êzîdîyên Sark û Samê digeriya xêr û xêrat kom dikir û qîza wî ya ciwan Wansa jî, ji gelek bûyeran bêxeber dibistana xwe dixwend.


Çerx û dem guherî


Pistî xwendina xwe ya li Mûsilê qedand, di sala 1929'an de, Wansa di 12 saliya xwe de, li Bêrûdê dest bi xwendinê kir. Bêrûd, bi ziman, çand û hewa xwe di jiyana Wansa de bajarekî biyanî û nû bû. Dema mirov dibêje; 'Li Bêrûdê dest bi xwendinê kir' bi gotin pir hêsan tê. Lê li devereke dûrî malbat û civaka xwe û heke ya xwendevan qîzeke êzîdî be, zorî û zahmetiyên ku di wê heyamê de hatin kisandin, hûn bihesibînin… Çerxa demê ji niska ve guherî. Rojekê di sala 1933'yan de Îsmaîl Beg berê xwe da Mûsilê ji bo qîza xwe Wansa ku hîna nû ji Bêrûdê vegeriya bû, ziyaret bike. Wê sevê pistî ku wî û Seîd Bêg bi hev re sîv xwarin, di çil û pênc saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Mirina Îsmaîl Beg a bêwext, bû pêvajoya destpêkeke nû di jiyana Wansaya 16 salî de.
Pistî mirina Îsmaîl Beg, Meyan Xatûn li gel lawê xwe Seîd Begê Mîr yê biçûk, çû ziyareta mala bavê Wansa. Meyan Xatûnê dixwest ku Wansa ku wê demê temenê wê hîna 16 salî bû, bi Seîd Beg re bizewice û bi vê zewacê, dawî li nakokî û hevrikiya di nava malbatê de, bîne.  Meyan Xanimê metirsî û xeteriya li ser malbatê dît û dixwest ku demildest pêsî lê bigire. Ji bo Meyan Xanimê parastina taca mîrîtiyê di ser her tistî re bû. Wê digot; 'mirov diherin û tên, lê heke tac û text çû zahmet e ku careke din vegere.' Lewma jî niha Wansaya xwendevan ji bo vê plana wê karteke bas bû.


Wansa neçarî zewacê dibe


Wansa li dijî vê zewacê derdiket. Wê dixwest dibistana xwe bidomîne û bibe doktor. Wê nedixwest bi Seîd Beg re bizewice û dawî li xwendevaniya xwe bîne. Lê kîn û rika Meyan Xanim ligel ezmûnên salan, ew kiribû pispor. Meyan Xanim tistê ku destê xwe biavêtayê bi hêsanî digirt û yê digirt jî zû bi zû bernedida. Lewma jî pistî serîrakirina Wansa ya li dijî vê zewacê, Meyan Xanim diravê pereyê mîrîtiyê ku ji malbatê re dihat, ji ser wan birî û Wansa neçarî zewacê kir. Jiyana malbatê ya pêserojê ket nava metirsiyê. Di encamê de vîna Wansa sikest û serê xwe li ber biryara Meyan Xanim çemand.


Dema Prensesiyê 


Di sala 1934'an de Wansa bi Seîd Beg re zewicî. Wansa êdî bi fermî bû jina mîr û di qesira mîr a kevirî ya li Baedrê de bi cih bû. Her çiqas zewaceke bê dil bû û bi kotekî pêk hatibû jî, Wansa, bûbû bûka meta xwe, jina mîr û Prenses.....
Ligel nakokiyên zewaca wan bi çêbûna zaroka bi navê Leyla hate evrandin (kutsama). Meyan Xanim der barê rêveberiyê de gelek aliyên lawê xwe yên kêm û lawaz ku dikarîbûn ji hêla Prenses Wansa ve werin dagirtin bas didîtin. Meyan Xanim bûka xwe perwerde dikir. Lê edî gav bi gav Wansa derdiket pês û Meyan Xanim êdî hinekî pîr bûbû, cihê xwe ji Prenses Wansa re dihêla.


Xeberê nexwes û roja res


Rojekê di demeke ku Prenses Wansa li odeya xwe ya li qesira kevirî rûnistî ye, Seîd Beg dikeve hundir. Ji jina xwe Wansa ya ciwan re dibêje; 'birê te yê biçûk Yêzîdxan ji bo bibe mezinê Sengalê, li hemberî me dek û dolaban digerîne û li dijî desthilatiya me serî radike. Me niha di civînekê de biryara kustina birayê te daye'. Seîd Beg, ji Wansa re dibêje, ji bo guherîna vê biryarê tu tistek ji destê wî nayê. Lê ji ber ku wê beriya her kesî mirina Yezdan bibihîze, dikarî encamê ji wê re bibêje.
Wansa bi dengekî ji kezebê diqîre û dibêje na! Hema werwerê (tabanca) ji bin balgî ve derxist û got; "Destpêkê ewê mirina te bibihîze." Û gule bera lasê Seîd beg dan. Seîd Beg bi du guleyan ji dest û lingên xwe birîndar bû. Bû qîrîn hawara gundiyan û xelk li cihê bûyerê kom bû. Wansa zêde dem winda nekir, bi awayekî pir sareza û jixwerazî tevgeriya. Hema li kêleka sofêre xwe yê ermenî siwar bû û di riyeke ewle re xwe gihand Mûsilê. Prenses Wansa çarenûsa xwe bi destê xwe guherandibû û ketibû riya çûnehatê ya bê veger. Riya qutbûna ji dê û dotan, ji pis û pismaman, ji ol û çandê! Êdî êsa xerîbî û koçberiyê dest pê kir.


Wansa ola xwe jî diguhere


Wansa ji wir jî derbasî Bexdayê bû. Li Bexdayê malbata dostê bavê wê yê bi navê Hagopy ji wê re cihekî bi dizî dibîne. Heta demekê li wir jiya. Pistî demekê Wansa cilê hemsîra li xwe kir û di sînor re derbasî Sûriyeyê bû û berê xwe da bajarê Helebê. Bi vî awayî xwe gihand êzîdîyên derdora Helebê û yên nêzîk. Pistre ji hêla Fransayê ve destûr jê re hate dayin ku li Helebê bimîne. Di salên ku li Helebê bû bi doktorekî misilman re zewicî û wekî cil û cih guhertinê, bi dizîka ola xwe jî guhert. Demeke dirêj li Sûriyeyê ma û pistre derbasî Misirê bû heta ku efû jê re hate derxistin.
Di destpêka Serê Cîhanê yê Duyemîn de ji siyasetmedarên Iraqê yê herî li pês yek jê jî, dostê Îsmaîl Beg, Resîd Elî El Geylanî yê hevalê Sêx Adî bû. Ji ber vê yekê jî Resîd Elî El Geylanî destûr da ku Wansa careke din vegere Iraqê û bi fermî li Bexdayê bi cih kir.  Di dema Serê Cîhanê yê Duyemîn de Brîtanya ji nû ve Iraq dagir kir û heta sala 1947'an li wir ma. Wansa ku terka Seîd Beg kiribû, pistre misilman bûbû û bi doktorekî Sûriyeyî re zewicîbû hate binçavkirin. Girtina wê dirêj ne domand û zû hate berdan. Ji bo rojên temenê xwe yê dawiyê lê derbas bike û hinekî din nêzîkî axa bav û kala be, li Bexdayê bi cih bû.

Ji ber sûnve vegera wê, bextê mala mîra û xelkê herême çavbar nedibûn, xwîsk û birayên wê, di serî de Mîr Miawya û yên din bi dizîka ew li Bexdayê ziyaret dikirin. Di salên ku tu agahî jê nedihatin wergirtin, der barê wê de gelek nûçeyên derew hatin belavkirin û digotin hatiye kustin. Heta wê heyamê li Qahîreyê bi cihwar bûbû û pistî sala 1968'an jinebî bû. Wê zarokên xwe xwedî dikir û li cem qîza xwe ya bi navê Meyan û zavayê xwe yê ku karmend û sampiyonê Speedballê bû, dijiya.


Gelo Prenses Wansa dijî?!


Niha der barê saxiya Wansa de tu agahiyên nû di destê me de nîn in. Li gorî hin xizmên Wansa ku min hevdîtin bi wan re pêk anî, ew hîna sax e. Lê li gel ku daxwaziya min ji bo dîtina wê hebû jî, wan tu navnîsan ji bo dîtinê nedan min. Ji ber vê yekê jî ne diyar e ka Wansa niha dijî yan najî?!? 




ibrahimosman@hotmail.de



Kurdish Music Portal>>>
Mûzîk-1
Mûzîk-2
Mûzîk-3

Mûzîk-4