kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,
Ibrahim Osman:           ROJEVA ME AMED E












Belê, qet guman nîne ku beriya hilbijartinên saredariyan, ji bilî dek û dolab û lîstikên dewlet û hikûmeta AKP'ê yên bi dizî, îro pir bi askereyî li ser paytext Amed ê serek tê mesandin. serê dualî, serê Kurd û Tirkan! serê dagirkirinê û yê parastinê. Tirk bi hemû hêza xwe bi sêwaz û azîneyên  pîsîkolojîk, olî, birçî hîstin û kirîn, bi çavsorî û dek û dolaban hewil didin ku Amedê fetih bikin. Yan ''bikirin''. Rayedar û berpirsên aliyê Kurd jî dibêjin: ''Amed kelaye, em kelyê nadin we û hodrî meydan. Hûn nikarin gelê me bi siyaseta meqarna û bazirganiya olî bikirin. Lewra li Amedê rûmet di ser meqarna re ye.''

Dîrok sahdêyê herî rastîne. Gava ku dema wê were ew ê sahdetiya xwe bide bê kî rast dibêje û kî derewîne. Lê ya ku ez dizanim, Amed bi erzanî nehat bi dest xistin ku bi erzanî biçe. Divê aliyê kurd berdêl çi dibe bila bibe, Amedê biparêze û ji dest bernede. Bila Amed nebe Wan. Em destkeftiyên xwe biparêzin.

Amed girînge. Ew warê sêpî û sêdaran, qada berxwedana Mazlûm û Kemalan e. Amed ji bo gelê kurd dile, rûmete, hebûn û paytexte. Amed kulîlke. Ew biskivîna kulîlka ked û têkosîna hemdem ya 30 saliye. Her bihost axa wê xwûn, xwêdan, ked û hestîne. Ew dîrok, çand, ziman û pajeroje. Divê were parastin û bi destê zarokên delegurên ergenekon ve neyê berdan. Ji ber wê sedemêye ku ez dibêjim;

Ji bo mesandina xebatên hilbijartinên saredariyan do çû, sibe derenge, îro dem e!

Li sûna ku aliyê kurd pistî hilbijartinan gilî û gazinan bike û bi kulm û hutukan li ser û çongê xwe bixîne û bibêje; ''me vê carê jî erka xwe bi cih neanî.'' Divê ji niha ve zend û bend werin vemaltin û naveroka gotinan were dagirtin. Lewra Kela bi gotinan tenê nayê parastin. Eger raste ku hûn warê qedîm Amedê kela dibînin, wê demê weke wateya gotinen xwe tevbigerin û biparêzin. Parastin tenê bi gotinên qelew û girover nabe. Eger em nawazin nirxên me li ser maseyên qumar û serabê werin wenda kirin. Divê rêveber û xebatkarên DTP'ê li xwe hilên, li xwe vegerin û ji niha ve dest bi xebateke bê hempa bikin. Mal bi mal bigerin û kes bi kes bi axivin. Ji ber ku AKP'e torbeyek meqarna dide xizanan û qur'anê dide pês û ji bo rayên xwe bidin wan dide sond kirin. Raste meqerneyên DTP'ê nînin ku bide gel. Lêbelê divê reveber û xebatkarên DTP'ê ji ser kursiyên xwe rabin dakevin nav gel û gel zane û siyar bikin. Gelê xwe bi tenê û bêxwedî nehîlin. Her çendî ku mijara me Amed e, ev yek ji bo Batman û deverên din jî wisaye. Pêwîste ku kurd dersa partiyên tirk di serîde jî dersa AKP'ê bidinê.

Ji ber ku îsal hilbijartinên saredariyan di rojevê de ye, dewlet û hikûmeta Tirk bi biryare ku saredariya Amedê ji destê DTP'ê derxîne. R.T. Erdogan di civîna partiya xwe de ji mêj de start daye û navê çar bajaran jimartiye gotiye ez van bajarana dixwazim û yek ji wan bajaran Amed e. Erdogan daxwaziya xwe tenê di gotinê de nehîstiye û dest bi xebatê kiriye. Ji nihave li gel çewalên meqerna dismal û çarikan disîne herêmê. Carê li derûdora xwe binêrin hûnê bibînin ku çawa her roj hejmara jinên sernixmandî (sergirêdayî) zêde dibin. Ji bîr nekin ku mislimantiyê di dema destpêkê de hêza xwe ya herî mezin ji cehalet û perîsaniya Erebên çolê yên basewala wergirt.
Eger Erdogan îro bazirganiya olî dike û gel dixapîne, pêwîste ku em gel hisiyar bikin. Eger ew bi rêya xizaniyê dixwazin gel bikirin û ji vê bonê çewalên meqarna belav dikin, divê em gel agahdar bikin ku ew meqerna jehr kirîne. Meqerneyên ku ew didin gel bi xwînin. Kî bi xwe yek ser dimre.

Bêguman, ez mîna hinekan nabêjim eger Amed ji dest aliyê kurd here kurdê têk biçin. Helbet Amed destkeftiyeke girînge ji bo kurdan. Lêbelê her çawa ku di hilbijartinên demên derbasbûyî de bi destxistina saredariya Amedê her tist safî nebû û kurd ji bindestiyê rizgar nebûn, îro bi têkçûna vê destkeftiyê jî kurd wê destkeftiyeke xwe ya girîng wenda bikin lê têk naçin. Ev nayê wê wateyê ku aliyê kurd wê ji bo parastina Amedê tistekî nekin. Lê ez dibêjim; eger di encama têkosînê de Amed ji dest here jî, doza gelê kurd  a ji bo serxwebûn, azadî, demokrasî û astiyeke bi rûmet xelas nabe.
Hêviya min ew e ku kurd wê hemû saredariyên xwe bi parêzin, Wan'ê bi sûn ve sbistînin û hin bajarên din jî li destkeftiyên xwe zêde bikin. Ev ne xeyal û xweziye, pêkane. Lêbelê bi kar û xebatê dibe. Kî bas bixebite wê bi serkeve û yê nexebite wê wendake û têk biçe.

ibrahimosman@hotmail.de


Amed ji bo gelê Kurd xwedî taybetiyeke gelekî girînge. Ew warê sêpî û sêdaran, qada berxwedana Mazlûm û Kemalan e. Amed ji bo gelê kurd dil e, rûmet e, hebûn û paytext e. Amed kulîlke. Ew biskivîna kulîlka ked û têkosîna hemdem ya 30 saliye ku bi xwîna egîtan biskivî. Her bihost axa wê xwûn, xwêdan, ked û hestîne. Ew dîrok, çand, ziman û pajeroje. Parastina Amedê parastina nirxên gelê kurd e. Parastina rûmet û destkeftiyên têkosîna hemdem e!
Kurdish Music Portal>>>
Mûzîk-1
Mûzîk-2
Mûzîk-3

Mûzîk-4